Tevgera Azadî: Konfederalîzim rêya baştirîne ji bo Kerkûk
Tevgera Azadî têkildaîr biryara parlemetoya Iraqê îro daxuyaniyek da û got: “Konfederalîzma demokratîk baştirîn çareseriye ji bo tevahiya netewên Kerkûkê.”
Tevgera Azadî têkildaîr biryara parlemetoya Iraqê îro daxuyaniyek da û got: “Konfederalîzma demokratîk baştirîn çareseriye ji bo tevahiya netewên Kerkûkê.”
Piştî ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryar da ku ligel ala Iraqê li Kerkûkê ala Herêma Kurdistanê jî li ser saziyên fermî bê bilind kirin, Parlamentoya Iraqê biryar red kir. Li ser navê Rêxistina Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya Herêma Kerkûkê hevserok Newzed Kerkûkî têkildarî biryara parlamentoya Iraqê daxuyanî da û got: "Konfederalîzma demokratîk baştirîn çareseriye ji bo tevahiya netewên Kerkûkê. Ji bo vê yekê em daxwazê ji aliyên siyasî yên Kerkûkê dikin ku vê sîstemê bi cih bînin.”
BIYRARA PARLEMENTOYA IRAQÊ BIRYAREKÎ SIYASÎ YE
Di civîna çapemeniyê de Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yê Herêma Kerkûkê Newzad Kerkûkî axivî û got: "Weke Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê em biryara parlamentoya Iraqê ya redkirina bilindkirina ala Herêma Kurdistanê li Kerkûkê weke biryarekî siyasî bi nav dikin. Mijarekî netewî kirine mijarekî siyasî. Ji ber vê yekê em dibêjin, nabe mijarê netewî têkilî mijarên siyasî bên kirin."
ARMANCA TIRKIYEYÊ TÊKDANA BIRATIYA GELANE
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Îro li Başûrê Kurdistanê her ji Şengalê heya Xaneqînê ev al sembola şehîdane. Ev al berhemê xwîna şehîdane. Ji ber vê yekê daxwaz dikin ku rêz ji biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê re were girtin. Mafê her kesê heye ala xwe bilind bike. Herwiha em destwerdana dewleta Tirk a dagirker a li ser mijara alê şermezar dikin. Mafê Tirkiyeyê nîne dest bavêje karên welatekî din. Ji ber vê yekê em daxwazê ji welatiyên resen ên bajar û tevahiya netewên Kerkûkê dikin ku li hemberî destwerdana dewleta Tirk bêdeng nebin. Rê nedin dijminên me mafê me binpê bikin."
KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK RÊYA BAŞATIRÎNE JI BO KERKÛK
Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yê Herêma Kerkûkê Newzad Kerkûkî herî dawî wiha anî ziman: "Konfederalîzma demokratîk baştirîn çareseriye ji bo tevahiya netewên Kerkûkê. Ji bo vê yekê em daxwazê ji aliyên siyasî yên Kerkûkê dikin ku vê sîstemê bi cih bînin. Ji bo Kerkûk vegere li ser Herêma Kurdistanê, referandûm mafekî rewa yê gelê Kerkûkê ye. Ji ber vê yekê divê Kerkûk bibe navenda çareseriya herêmên bi pirsgirêk. Ji bo vê yekê îro aliyên siyasî di ezmûnekî re derbas dibin. Nabe em dem vale derbas bikin, ji bo daxwaza Kerkûk vegere li ser Herêma Kurdistanê."