Tevgera Azadî: Rewabûna desthilatdariyê nemaye
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî xwepêşandanên gel ên li Başûrê Kurdistanê û çareseriya pirsgirêkan pêşnûmeyek ji 4 xalan pêk tê eşkere kir.
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî xwepêşandanên gel ên li Başûrê Kurdistanê û çareseriya pirsgirêkan pêşnûmeyek ji 4 xalan pêk tê eşkere kir.
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî xwepêşandanên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya de ku di malpera fermî ya Tevgerê de hat weşandin piştgiriya daxwazên xwepêşandanan hat kirin û hat diyarkirin ku ti rewabûna desthiladariya Başûrê Kurdistanê nemaye û divê hilweşe.
Di daxuyaniyê te ji bo çareseriya pirsgirêkan ev xal hatin rêzkirin:
"1- Li gorî me, ti rewabûna vê desthilatdariyê nemaye û divê hilweşe. Di çarçoveya projaya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê de ya k çareserkirina pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê, meclîseke demkî were avakirin. Ji bo ku ji bo heya hilbijartinan karên hene bi rêve bibe û rêveberiyek rewa pêk bîne. Ji bo vê yekê jî divê hilbijartinên azad bi rêve bibe.
2- Divê desthilatdarî li hemberî xwepêşandan û daxwazên rewa yên gel tundûtûjiyê bikar neyîne. Divê vê rastiyê bizane bikaranîna her cure tundî rewşê aloztir dike û derketina ji rewşê zehmet dibe. Tişta ku pêwîst e desthilat bike, bersivdayîna daxwazên rewa yên gel in. Di vê çarçoveyê de divê kesên tundûtûjiyê dikin, erkê wan çi dibe bila bibe divê lêpirsîna wan were kirin û cezakirin. Hemû kesên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin divê werin berdan.
3- Em bang li her kesî dikin û aliyên mûxelefê ku ên bi xema berpirsyartiyê ne, desteyek rêveberiya xwepêşandana pêk bînin. Ji bo xwepêşandan bi awayekî rêxistinkirî pêk werin. Ji bo rêyên çareseriya demokratîk û ji her karên tundûtûjiyê, şewitandina cihên giştî, têkdanê dûr be.
4- Em Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ji bo xwepêşandanan em piştgiriya gel û daxwazên wan ên bi awayekî aştiyane û demokratîk dikin. Herwiha em heval û dostên xwe agadar dikin ku bi rengekî demokratîk deng û rengê me nîşan bidin. Em bi ti awayekî ne ligel wan in ku tundiyê pêş dixin. Divê heval û dostên me xwe jê dûr bigirin."