Tevgera Azadî hevserok û encûmena nû ya Kerkûk hilbijart

Piştî konferansa Tevgera Azadî ya Kerkûkê ji bo hilbijartina encûmen û hevserokên nû yên Kerkûkê hilbijartin hate kirin. Di encama hilbijartinê de Reyhan Hemad û Komel Serhet weke hevserokên nû hatin hilbijartin.

Di saet 09.00'an de 2. konferansa Tevgera Azadiya Civaka Kurdistan (Tevgera Azadî) ya herêma Kerkûkê li holê Lubnan a bajarê Kerkûkê bi beşdarbûna 120 endamên ji navenda Kerkûk û navçeyên wê destpê kiribû.

Konferans bi sirûda  'Kerkûkê biryara bi hev re jiyan û xwerêveberiya demokratîk daye' pêkhatibû.

Konferansa ku piştî nîvro bi nirxandinên siyasî heta saet 05:00’an dom kir û şûnde ji bo hilbijartin encûmen û hevserokên nû hilbijartin hate kirin.

Di hilbijartinê de Reyhan Hemad û Komel Serhed weke hevserokên Meclîsa Kerkûk yên Tevgera Azadî hatin hilbijartin. Piştî wê jî desteya meclîsa nû ya herêma Kerkuk hatin hilbijartin. Bi giştî 19 kes ji bo desteya nû ya meclîsa Kerkuk hatin hilbijartin, ji vane 7 jê jin in.