Tevgera Azadî êrîşa li dijî Şengalê şermezar kir

Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê êrîşa 15’ê Çile ya dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Şengalê şermezar kir.

Balafirên şer ên bê mirov ên bi çek yên (SÎHA) artêşa Tirk a dagirker roja 15’ê Çileya 2020’an bombe li gundê Digur yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê barandibû. Di êrîşê de Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Zerdeşt Şengalî û şervanên YBŞ’ê Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî şehîd bûbûn û şervanek jî birîndar bûbû.

Meclîsa Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ya Kerkûkê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Endammê meclîsa Tevgera Azadî Omerî Hacî Husên daxuyaniya çapemeniyê xwend û wiha got; “Destpêkê rêz û hurmetên xwe ji bo şehîdên Kurdistanê nîşan didin. Carek din dewleta Tirk a faşîst êrîşî gelê me yê li Şengalê kir. Eşkereye ku dewleta Tirk a faşîst li her derê îradeya azad û gelê azad lê hebe qebûl nake.Ji Newroza par ve bi dehan şorerşgerên gelê me bi awayekî nemerdî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin şehîd kirin.”

Omrerî Hacî Husên bi domdarî wiha got; “Em hemû helwestên partiyên Iraq û herêma Kurdistanê şermezar dikin ku xwe weke partiya netewî, demokrat û azadî bi nav dikin. Ev partî tenê bi talankirina welat ve mijûl in. Em Tevgera Azadî daxwaz ji gelê xwe dikin ku bi îradeyeke azad pêşî li van komkujiyan bigrin.”

Hûsên bang li hêzên navnetewî kir û wiha got; “Divê Rûsya, Emerîka û NATO li beramberî destdirêjiya Tirkiye sînorekê dane. Ji ber ku tişta dewleta Tirk dike li Rojhilata Navîn binpêkirina mafên mirovan e.”

Herî dawî endamê meclîsa Tevgera Azadî Omerî Hacî Husen wiha got; “Eger Tirkiye van komkujiyên xwe bidomîne Kurd dikarin berjewendiyên Tirkiye yên li navçeyê bike armanc. Divê hikûmeta herêma Kurdistanê xwe ji vê bê helwestiyê rizgar bike û dilsozê gelê xwe be. Divê aliyên Kurdistanê li hev bikin yan eniya gel hilbijêrin yan eniya dijminê Kurd hilbijêrin.”