Tevgera Azadî: Aram û Îsmaîl li ser rêya azadiyê şehîd bûn

Hevserokê Tevgera Azadî li konê sersaxiyê axivî û got, "Aram û Îsmaîl li ser rêya azadiyê şehîd bûn."

Şandeya ku ji Hevserokên Tevgera Azadî, Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dîsa Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi dehan kesî pêk tê ku serdana kon sersaxiyê yê malbata Şehîd Aram Hacî Kakexan û Îsmaîl Îbrahîm kirin.

Li konê sersaxiyê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah axivî û sersaxî da malbatê. Abdullah di serî de şehîd Aram û Îsmaîl bibîr anî û got: "Şehîd Îsmaîl û Aram welatparêz, dilsozê ax û welatê xwe bûn. Xizmeteke mezin ji bo herêma xwe kirin. Malbata me ya hêja hem li ser destê rejîma Baas û heman demê niha jî li ser destê dewleta faşîst a Tirk qûrbanî dane."

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah diyar kir ku welatparêz Aram û Îsmalîl bi erka xwe ya welatparêzî rabû. 

Abdullah anî ziman ku têkoşîna tê kirin li ber dagirkeriyê bûye asteng û got: "Dewleta Tirk bi tena serê xwe nikare li ber vê berxwedanê rawest e, ji bo wê piştevaniyê ji hêzên din dixwaze û digire. Têkoşîna ku heval Aram û Îsmaîl tê de şehîd bûne têkoşînek azadiyê ye. Têkoşîna şehîdan e, ew jî bû du şehîdên vê xetê."

Keça şehîd Îsmaîl çaketê bavê xwe li xwe kiribû û diyar kir ku wê heta dawî li ser xeta bavê xwe têbikoşe.