Tevgera Azad û RJAK wê bimeşin Bradostê

Tevgera Azad û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ji bo protesto kirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser herêma Bradost û qetlîamên sivîlan wê meşek girseyî ji bo Bradostê lidar bixe.

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û qetilkirina gelê sivîl herku diçe mezin dibe. Wê Tevgera Azad û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) di 21’ê Nîsanê de meşek girseyî ji bo Bradostê lidar bixe.

Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê Tevgera Azad Mihemed di derbarê mijarê de axivî û wiha got: “Erkên dikeve li ser milê me em ê bi cih bînin. Bi armanca protesto kirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk, em ê bi meşeke girseyî ya ku bi tevlîbûna gelê hemû bajar, navçe û gundên Başûrê Kurdistanê ber bi herêma Bradost ve bimeşîn.”

Mihemed ê ku ji bo tevlîbûna meşê bang kir got: “ Em bang li hemû partî, rêxistin û aliyên siyasî dikin ku tevlî meşê bibin.”

Wê meş 21’ê Nîsanê roja Şemî di saet 06:00’an de li parka Baxê Giştî ya Silêmanî bê lidarxistin.