Bi boneya salvegera 13‘emîn a Serhildana Qamişlo ya 12‘ê Adarê, Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Serhildana Qamişloy ya 12‘ê Adara 2004’an rastiya rêjîma derxist holê û wiha hate gotin: “Serhildana 12‘Adarê rûyê rast ê rêjîma Sûriyê eşkere kir. Di heman demê ku rejîm zextên xwe li ser gelê Kurd zêde kiriye, Kurda ji jî rabû ser piyan û banga çareseriya demokrasî kirin″.
TEV-DEM Serhildana Qamişlo gava destpêkê ya ber bi azadiyê ve bi nav kir û got:” Serhilndana 12‘yê Adarê, mîna gava yekem a bê tirs ber bi azadî û nirxên şoreşgerî ye. Hate isbatkirin ku alavên kuştin wê vîna wan a avakirina civakê ti carî neşikîne. Madem vîna wan ev e, helbet wê serkeftin jî ya Kurdan be. Ev hemû çavkaniya xwe ji keda şehîdan digire. Derfeta mezin di sala 2011‘an de destpê kir. Gelê me projeya xwe ya guheretinê da destpêkirin.”
Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê diyar kir ku gelê Rojava berhemên berxwedana gelan a bi salan li dijî hişmendiyê encam digire û ev tişt hate gotin: “Em îro bi saya xwîna şehîdan û vîna azad serkeftinan bi dest dixin û tola xwe ji hişmendiya ku em qirkirine, rad dikin. Bi projeyan em wekheviyê pêk tînin. Xeta me ya berxwedanê helbet wê bi ser bikeve.”
TEV-DEM’ê got: “Îro jî komên teror û hêzên opozisyonê yên ku dibêjin azadiyê Sûriyeyê dixwazin, ne tenê Kurdan dike hedef, di heman demê de hemû pêkhateyan dike hedef û bi hemû rê û rêbazan dixwazin projeyên Kurdan ên dijberî pîlanên wan têk bibin. Lê berxwedana li dijî sîstema navendî û pêkanîna projeya demokratîk berdewam e. Li ser vî esasê girîngiya karê netewî û hevbeş ji bo tevahî hêzên Kurdî pêwîst e.”
Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê di dawiya daxuyaniyê de tekez kir ku ew ê xeta şehîdên Serhildana Qamişlo û tevahî cangoriyên azadiyê bişopînin û wiha dom kir: “Em ê şopedarên xeta şehîdan bin, ji bo yekrêziya gelê Kurd û pêk anîna jiyan hevebeş û civakeke azad em ê tevdigerin.”