TEV-ÇAND'ê sînemavan Mazdek Ararat bi bîr anî

Komîteya Çand û Hunerê ya TEV-ÇAND'ê, sînemavan Omer Bagci (Mazdek Ararat) bi bîr anî, ku 13'ê Îlona 2019'an jiyana xwe ji dest da.

Komîteya Çand û Hunerê ya TEV-ÇAND'ê, Mazdek Ararat di salvegera 1'emîn a şehadeta wî de bi bîr anî. Mazdek Ararat 13'ê Îlona 2019'an li Rojavayê Kurdistanê dema ku karê xwe dikir ji ber qezayeke trafîkê jiyana xwe ji dest dabû.

Di daxuyaniya TEV-ÇAND'ê de hate ragihandin ku Şehîd Mazdek Ararat bi coş û fedakariya şoreşgerî, bi dilnizmî û kedkariya xwe, mînakek ji hevrêtiyê bû û hate gotin, "Bîrdariya fedakarî û hevrêtiyê Mazdek Ararat, di rêyên herî dijwar û bedew ên şoreşê de bêteredût bi kelecanî meşiya. Bi wesîleya salvegera 1'emîn a şehadeta Mazdek Ararat de em şehîdên şoreşê hemûya bi rêz û minet bi bîr tînin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Mazdek Ararat dema pêwîstî pê hebû radihişt çekê û dibû şervan, dema pêwîst dikir radihişt kameraya xwe û fîlm dikişand û hate destnîşankirin ku di têkoşîna azadiyê de Mazdek Ararat xwecihî cihekî welê ye ku nayê jibîrkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em şopdarên hevrê Mazdek, ji bo me rûmeteke ku armancên wî bi ser bixînin û bibin rêwiyên rêya wî."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Azadî di kenê şehîdan de ye. Ew nirxên manewî ne ku dîroka me afirandine. Meşa li ser rêya şehîdan, nêzîkatiyeke hêjayî wan me dikin hevrêyên wan. Şehîdên me soza me ya rûmetê û mirovbûnê ye. Meşa me ya serketinê ye."