TEV-ÇAND'ê hunermend û fermandarê gerîla Fedakar bi bîr anî

Komîteya TEV-ÇAND'ê hunermend û fermandarê gerîla Yûnûs Yaman (Fedakar) bi bîr anî û got, "Hevrêyê me fedakar rastiya 'Şervanê gel hunermendê gel e, hunermendê gel şervanê gel e' di jiyana xwe de careke din îspat kiriye."

Komîteya TEV-ÇAND'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û şanoger û fermandarê gerîla Yûnûs Yaman (Fedakar) ê 11'ê Adarê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Heval Fedekar jî weke gerîlayekî şanoger di rêya şêhîd Sarya Baranan de, şehîd Yekta û şehîd Daxistan de meşiya û bû parazvan û şopdarê heqîqetê. Hem li çiyayê azad hunera gerîla kir, hem jî di qadê herî dijwar de cihê xwe girt û li dijî dijminê hov şer kir."

Daxuyaniya Komîteya TEV-ÇAND'ê wiha ye:

ŞOPA ŞEHÎDAN ŞOPA HEQÎQETÊ YE

"Bi daxuyaniya HPG'ê em agahdar bûn ku hevalê me Fedakar (Yunus YAMAN) di 11 Adarê de, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerekî dijî dijminê dagirker dewleta Tirk de şehîd ketiye. Her şehadet bê zeman e û şehadeta heval Fedakar jî ji bo me bê zeman bû. Çawa her şehîd di dilê me de birînek kûr vedike, şehadeta heval Fedakar jî birînek bi vî rengî vekir. Lê belê em dizanin ku fedakariya şehîdan ya ku gelê me gihandiye vê astê. Em ji ser şopê derneketin û em ê ti carî dernekevin. Ji ber ku şopa şehîdan, şopa heqîqetê ye, heqîqetê nîşanî me dide.

LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ DERKET SER DIKA AZAD

Heval Fedakar sala 2008'an de tevlî nava refên gerîla dibe. Piştî demekê cihê xwe di nava hêzên leşkerî û karên cuda de digire. Di destpêka 2010'an de derbasî nava karê çand û huner dibe û di xebatê çand û huner de cihê xwe digire. Salên dirêj di şanoya çiya de wekî gerîlayekî şanoger û hunermend kar dike. Bi lîstikên xwe nirxên şoreşê û jiyana gerîla taswîr dike, li ser dikê bi hevrê û gelê xwe re parve dike. Li çiyayên Kurdistanê li ser dika azad di gelek lîstikan de cihê xwe digire.

LI ÇEPERÊN HERÎ PÊŞ WEKE FERMANDEREKÎ CIH GIRT

Heval Fedakar tenê ne lîstikvanek bû, xebatkarekî giştî yê rêxistinê bû û rêxistinkirana çand û hunerê jî meşand. Berpirsiyartiya ku diket ser milê xwe, bêyî ku teredût bike dida meşandin. Bi vê armancê li qadên cuda, ji rêxistinkirina ciwanan bigirin heya perwerdeya zarokan mijûl bû. Lê belê heval Fedakar her çendî di nava xebatê çand û huner de cihê xwe girt, erk da ser milê xwe û erkê xwe pêkanî be jî, milekî wî jî her gerîla bû. Lewra dema ku partiya me li beramberî dewleta dagirker hemleya Şerê Gelê Şoreşgerî da destpêkirin, heval Fedakar jî bi daxwaza xwe xwest ku tevlî vê hemleya dîrokî bibe. Heval Fedakar di bahara 2014 de derbasî HPG'ê bû. Ew çar sal in di nava qadên şer ê dijwar de û di çeperên herî pêş de wekî fermandarekî cihê xwe digirt. Li beramberî dewleta dagirker şerekî encamgir meşand, derb li dijmin xist.

WEKE NAVÊ XWE FEDAKAR Û KEDKARÊ ŞOREŞÊ BÛ

Heval Fedakar wekî ciwanekî Kurd, ji roja destpêkê ku beşdarî nav refên şoreşê bû heya roja dawî her tim çalak bû û bi wêrekiyekî bi erk û berpirsiyariyê xwe rabû. Di her kêliyas jiyanê de, astengî û zorî çi dibin bila bibin, bi moral û coş bû û bi moral û coşa xwe jî dihat nasîn. Ji bo hevrêyên xwe jî her tim mînak bû; wekî navê xwe her FEDAKAR û kedkarê şoroşê û gelê xwe bû.

Dewleta dagirker a Tirkiyeyê ji bo ku xaka Başurê Kurdistanê dagir bike, dest bi destwerdanê kir. Wê destwerdanê îro bi taybetî li qada Xakurkê dide kirin. Heval Fedakar jî di nav de gerîlayên HPG û YJA STAR'ê, ji bo pêşî li dagirkeriyê bigirin, qadê û gelê herêmê biparêzin berxwedaneke bêhempa dike û dimeşîn in. Hevalê me yê leheng Fedakar jî di nav vî şerî de wekî şervanekî gelê xwe, wekî fermandarekî pêşeng cihê xwe girt û herî dawî tevlî karwanê şehîdan bû. Xakurkê îro bi ruhê Reşît Serdaran, bi ruhê Derwişan, bi ruhê şêhîd Berçem Ciloyan, bi ruhê Serxwebûnan ku bi cangoranî şer kirin ber xwe dide û wê ti carî rê nede dewleta dagirker ku armanca dagirkeriyê bi ser bixe.

'ŞERVANÊ GEL HUNERMENDÊ GEL E, HUNERMENDÊ GEL ŞERVANÊ GEL E'

Rêbertiya me dibêje;  'Şervanê gel hunermendê gel e, hunermendê gel şervanê gel e'. Ew heqîqet di jiyana heval Fedakar de carekî din îspat bû ku, şervanê gel û hnermendê gel tu caran nikarin ji hev bêne qutkirin.

Heval Fedekar jî weke gerîlayekî şanoger di rêya şêhîd Sarya Baranan de, şehîd Yekta û şehîd Daxistan de meşiya û bû parazvan û şopdarê heqîqetê. Hem li çiyayê azad hunera gerîla kir, hem jî di qadê herî dijwar de cihê xwe girt û li dijî dijminê hov şer kir.

Em hevrêyên şehîd Fedakar a qada çand û huner, ji bo gelê Kurd û malbata wî sersaxiyê dixwazin. Em di rêya şehîdên xwe de car din soz û peymana şopandina heqîqetê didin, da ku şoreşa Kurdistanê, şoreşa çand û hunera azad pêk bînin. Em ê bi ruhê berxwedana Efrîn û Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin têbikoşîn, bi huner û şerê gerîla dengê xwe bilind bikin, li nirxên şoreşa Kurdistanê xwedî derkevin. Ta ku hêzên komploger û dagirkeran têk bibin."