Terora wesayîta zirxî: Zarok ji serê xwe birîndar bû

Di 30’ê Tebaxê de li navenda Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî 12 salî yê bi navê Tajdîn Adal xist. Hat ragihandin ku Adal ji serê xwe birîndar bûye.

Di 30’ê Tebaxê de li navenda Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî 12 salî yê bi navê Tajdîn Adal xist. Tajdîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Li gel giranbûna rewşa Adal ew rakirin nexweşxaneyeke taybet a Êlihê.

Li gorî agahiyên ku bijîşkê Adal dan; Adal travmaya serî derbas kiriye û niha di nexweşxaneyê de li beşa venêrîna awarte de tê dermankirin û rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe.

Her wiha balkêş e ku heta niha Walitiya Şirnexê di derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye.