Terora tîmên taybet a li ser maleke Amedê

Li Amedê, li taxa Şêx Şamil tîmên taybet ên Tirk bi ser malekê de girtin, êşkence li bav û kur kirine û keça malê jî binçav kirin.

Tîmên taybet ên Tirk li taxa Şêx Şamîl a Amedê di ser mala Taş de girtin, Hazal Taş bi porgîşka wê kişkişandin, ji avahiyê derxistin û binçav kirin.

Tîmên taybet dema ku di ser malê de girtin êşkence li bav Selam Taş û kurê wî kirin. Bav û kur rakirin ji hal xistin û Hazal Taş jî binçav kirin.

Piştî êrîşa ku şevê din saet 02-03’yan pêk hatî, nayê zanîn bê ka Hazal Taş birine kûderê.

Şahidên bûyerê gotin ji ANF’ê re gotin: ‘’heke şêniyên taxê derneketana derve wê malbat înfaz bikirana.’’