Terora 'qeyûm' a li dijî HDP'ê: Herî kêm 418 kes hatin destgîrkir

Di operasyonên qeyûm ên rejîma AKP'ê de yên li dijî şaredariyên HDP'î li 29 bajaran herî kêm 418 kes hatin destgîrkirin.

Rejîma AKP'ê careke din dest danî ser Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên HDP'î. Li gel desteserkirina şaredariyan li dehan bajaran terora destgîrkirinê hebû. Endam, rêveberên HDP'ê û endamên meclîsa şaredariyan bûn hedefa vê terorê.

Polîsên Tirk avêtin ser malên Hevserokên HDP'ê yên Amedê Hulya ALokmen Ûyanik û Zeyat Ceylan. Ji ber ku her du hevserok ne li malê bûn nekarîn bên destgîrkirin. Lê belê polîsên Tirk li malên herdu hevserokên HDP'î lêgerîn kirin.

Polîsên Tirk avêtin ser mala Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya 78'an Ganî Alkan û ew destgîr kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Tirk li 29 bajaran di operasyonên qirkirina siyasî de 418 kes hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyan bi taybetî li Amed, Wan û Mêrdînê hemû endamên HDP'î yên meclîsên şaredariyan hatine destgîrkirin.

Çend ji kesên hatine destgîrkirin: Rêveberên HDP'ê yên Amedê Kadîr Înanir, Edîp Bînbîr û Alî Îhsan Karahan, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Sevîm Bîçîcî, rêveberê HDP'ê yê navçeya Baglarê Hayrî Etyemez, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mûrat Emînoglû, endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Akdogan, Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selda Baran, endamên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mesût Bagcik û Bûrhan Karakoç, rojnamevan Tumen Anli, xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mûstafa Akengîn û Şiyar Dag, Mahmût Korkmaz, Fevzî Işik, Fûat Yalçin, endamên HDP'ê ya navçeya Çinarê Mahmût Ûlûs û Fevzî Demîrkiran, endamê HDP a Bismilê Lokman Bozkûr, endamê Kongreya Îslam a Demokratîk Naîf Erdem, Hevşaredarê Peyasê Davût Kesen û endama meclîsa şaredariya Peyasê Nûrşen Akbal.