'Tenê armanceke me heye, ew jî serketin e'

Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, ji bo Kurdistana azad û Rêberê azad ew şerê rûmetê dimeşînin û destnîşan kirin ku yekane armanca wan jî serketin e.

Gerîlayan diyar kirin, artêşa Tirk ku li gel bikaranîna çekên NATO'yê bêçare maye, hîn bêhtir hovane bûye lê belê têkneçûna gerîla hatiye ispatkirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku li hemberî artêşa Tirk li ber xwe didin û bi çalakiyan bersivê didin artêşa Tirk a ku çekên kîmyewî bi kar tîne, ji ANF'ê re axivîn.

LI GEL ÇEKÊN NATO'YÊ JÎ BÊÇARE MAYE

Botan Ûrfa: Dijmin ji bo karibe têkçûna xwe ya li Avaşîn, Metîna û Zapê binixumîne çi jê tê dike, lê nikare bi ser bikeve. Digot 'Ez ê di nava 24 saetan biqedînim', lê 6 meh in nikare bi pêş ve biçe. Çekên NATO'yê hemûyan bi kar tîne, lê tevî vê yekê jî li pêşberî gerîla bêçare dimîne. Ji bo alîkariyê li ber PDK a hevkar digere, ew jî bi rengekî eşkere alîkariyê pê re dike. Li hemberî van hemûyan tenê rêyek li ber me heye, ew jî berxwe dane. Bi navê gerîlayan jî tenê armanceke me heye, ew jî serketin e. Em ê jî vê yekê bi ser bixînin.

DIJMIN WÊ NIKARIBE BI RÛMETA ME BILÎZE

Stêrk Amed: Em ji bo şeref û rûmetê şer dikin. Hevrêyên me li dijî dijminekî hov şer dikin. Ji bo welatekî azad, ji bo Rêberê xwe yê azad em şer dikin. Li ser bingeha felsefeya Rêbertî me xwe perwerde kir, em xwe perwerde dikin. Şerê me şerekî îdeolojîk e. Dijmin ne tenê êrişî gerîla dike, di heman demê li dijî tevahiya gelê Kurd şerekî topyekûn dimeşîne. Ev berxwedana topyekûn jî divê hîn bêhtir bê mezinkirin. Li gorî vêy ekê em ê şerê xwe mezintir bikin. Me îro li qadên şerê giran nîşan dan ku gerîla têk naçe. Heta ku şoreşê pêk bînin, heta ku Rêberê xwe azad bikin em ê şer bikin. Em ê destûrê nedin ku dijmin bi rûmeta me bilîze. Em ê xwedî li nirxên xwe derkevin. Bi taybetî bang li ciwanan dikim; bi bendemayinê, bi rûniştina li şûna xwe şoreş pêk nayê, azadî misoger nabe.

DEMA KU FÊHM DIKE WÊ TÊK BIÇE, BÊHTIR HOV DIBE

Avesta Cûdî: Qirkirineke mezin li gelê Kurd tê ferzkirin. Li dijî êrişên tirsonekî û namerdane yên dijmin, gerîla bi rengekî mezin li ber xwe dide. Dijmin dema ku fêhm dike wê têk biçe hîn bêhtir hov dibe. Em destûrê nadin ku dijmin li xaka me bimîne. Eger dijmin carekê êriş dike divê em deh caran êriş bikin. Ji bo me rûmeteke mezin e ku ji bo nirxên xwe yên li Kurdistanê şer dikin. Dîrok van rojan tê nivîsandin; li gel xiyanetê jî li gel berxwedanê jî. Vê carê berxwedan bi ser dikeve. Ji ber vê yekê divê ciwan berê xwe bidin rêya berxwedanê û tevlî nava refên gerîla bibin.