Temeneke di ber çiyayan de: Zîn Avesta

Ya wê temeneke di ber çiyayan de bû...Zîn Avesta dilê li pey azadiyê ya li pişt çiyayan bû. Rêya Zîn Avesta li pey xewnekê çûna bi eşq û evîn e...


Ya wê çîroka vegera li ser rastiya xwe ye ji sirgûnekê. Ya wê pevgihîna dilekî sirgûn a bi mekan û rastiya xwe re ye...Ya wê ya dilekî wiha ye ku ji xaka lê bûyî hatî koçberkirin û ji bo ku ji biyanîbûnê tirsiyayî, guh dayî dilê xwe û herikî ser çiyan...Kî dizane ku dilê wê çi êş dîtin, kî dizane bê ka di dilê wê de yê tije hezkirin çi nîvco man.

Kî dizane bê ka fermandarî li çend serfiraziyan kir û bi pêşengiyê rabû. Kî dizane bê ka ji bo ku pê li xaka Kurdistnaê kirin ji eniya wan li zaliman da. Bêrîkirin, veqetîn, pevgihîn, evîn, dostanî, hevrêtî, dilsozî, gerîla, Rêbertî û şehîd.

Ya wê, rêwîtiyeke biêş a zaroyeke Cizîrî ye ku ji zilma dagirkerên Tirk reviyayî û di Ewropayê re derketî. Ya wê meşa ber bi çiyayan ve ye, ya jineke ciwan a Cizîrî ku li Ewropa hîs kirî ku biyan e.  Ya wê lêgerîna azadiyê ye, ya jineke şoreşger a Cizîrî ku ji çiyayan diçû çiyayan. Ya wê, rewşa rengê sor a fermandareke jin e.

Zîn Avesta; Hafîze Ozdemîr 1976'an li gundê Hoserê ya Cizîrê ya Şirnexê jidayik dibe. Piştî ku artêşa Tirk a dagirker gundê wan dişewitine berê xwe didin Ewropayê. Gerîla Zîn Avesta li ser vê çûyinê wiha digot: ''Dema ku em çûne Ewropayê ez pir biçûk bûm û hê jî tê bîra min ew rêwîtî. Dema ku nû em çûbûn min pê derdixist ku em hatine cihekî nû. Ji ber ku ne çiya hebûn, ne rêyên axî, ne zarokên ku bi Kurdî diaxivin, kes bi kesî re zêde nedibişirî, bi tena serê xwe bûm. Ez û malbat tenê bûn. Ji xizmên me kes li dora me nebû. Ez ti caran hînî Ewropayê nebûm, li wan deran tim min xwe dûrî Kurdistanê hîs dikir. Min digot divê vegerin ser wan axan. Wê demê berxwedana Cizîrê dest pê kiribû û min ''Bêrîvan Cizîrî'' dîtibû. Jineke berxwedêr, nexasim Heval Egîd (Mahsûm Korkmaz) pir karîgerî li ser min kiribû.''

1992'AN DEST BI MEŞA AZADIYÊ DIKE

Bi van karîgerbûnê bi bawerî berê xwe dida çiyayan. Çiya ji Zînê re û Zîn ji çiyayan re hazir bû. Û 1992'an meşa azadiyê dest pê dike. Gerîla Zîn ku bi çalakî di nav xebatên Ewropayê de dima, êdî diçe wê qada ku Rêberî bi dehan gerîla lê perwerde kirî. Gerîla Zîn ku kêliyên azadiyê yên bi Rêbertî re qet ji bîr nekirî, êdî hazir bû ku were çiyayan. Û wiha behsa wê rêwîtiyê dikir: ''Rêbertî tim bi me dişêwirî ku karê xwe dikir. Digot divê fikirên mirov hebin. Rêbertî hêzeke wiha dida me, ew bawerî bi me re çêdibû, weke ku me dikarîbû em dikarin her tiştî bikin. Potansiyela te derdixist holê. Bi mirov dişêwirî, bi vê digot tu jî çendî girîng î. Tu yê bixwe biryarê li ser bidî bê ka di nav Tevgera PKK'ê de çawa bijî. PKK, îdeolojiya jiyana nû ye.''

Zîn ku ji Zagrosan heta bi Botanê gav bi gav geriyayî, digihije wê xeyala ku 21 salan di dilê wê de bû û ber bi Dersimê ve bi rê dikeve. Wiha behsa rêwîtiya ber bi Dersimê ve dikir: ''Bi salan bû ku li hêviya vê rojê bûm. Gelek sedem hebûn ku biçûma Dersimê lê sedema esasî bi dilsoziya bîranîna şehîd Sorxwîn Munzur ve diçûm. Ji ber ku bi heval Sorxwîn re li Botanê mam û heta ku pê re mam hîç nedihate bîra min ku Dersimî ye. Tam bûbû jineke Botanî. Min kêliyên xwe yên herî xweş bi wê re jiyam. Ji ber dilsozî bîranînê wê bûm diçûm. Diçûm ku wê bibim Munzuran.''

2014'an ji bo ku biçû çiyayên herî xweş ên Dersimê tevgeriyan Zîn û wan rojên herî bedew ên Munzurê ber bi şînahiya wê ve xwe berda. Yek ji fermandara YJA Starê Zîn Avesta 2019'an di sermayeke Sibatê de nemir bû.

Ya wê, li pey xewnerojkekê rêwîtiya ber bi evînekê..