Temellî û Buldan: Divê tifaqa Kurd geştir bibe

HDP'ê û partiyên Kurd ên tifaq bi wan re hatiye danîn li Amedê daxuyanî dan. Hevserokên HDP'ê gotin tifaqê çarenûsa welêt guherandiye û divê were geşkirin.

Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li gel nûnerên partiyên Kurd ku 31'ê Adarê bi wan re tifaq danîbûn li Rêxistina Bajêr a Amedê daxuyanî dan.

Piştî ku daxuyaniya hevpar a partiyên tifaqê hate xwendin Buldan û Temellî axivîn.

TEMELLÎ: DI SERKEFTINÊ DE PARA TIFAQA ME JÎ ZEHF E

Temellî bal kişande ser stratejiya ku di hilbijartinê de danîne holê û got vê stratejiyê mohra xwe li serkeftineke mezin daniye, li Tirkiyê rewşa siyasetê guheriye, bi encamên hilbijartinê derketiye holê rejîma otorîter a ku bloka AKP-MHP'ê ferz dikin wê neçe serî û rê li ber demokrasî û aştiyê vekiriye. Temellî got, ''Di vê serkeftinê de para tifaqa me pir zêde ye.''

Temellî got berpirsyariya wan e ku vê çanda tifaqê berfirehtir bikin û bidomînin û diyar kir, serkeftina di hilbijartinê de û bandora li gel hev, wê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn bidomînin.

BÛLDAN: STRATEJIYA ME QEDERA WELAT GUHERT

Pervîn Bûldan jî wiha got; “Ez spasiya serokên 7 partiyan dikim. Pêvajoyekî giran a kampanyayê me birêve bir. Di vê pêvajoya kampanyayê de ked û helwdanekî mezin a partiyên siyasî yên me îtifaq biwan re kirî çêbû. Di kampanyay hilbijartinê de me dît ku li her derê bi ruhê îtifaqê dest bi dest mil bi mil meşîn çiqas girîng e.

Yekîtiya hêz û îtîfaqa me çêkirî bandora xwe li encamên hilbijartinê yên li Tirkiyeyê kir û me dît ku stratejiya me çawa qedera Tirkiyeyê guhert. Di vê serketinê de rolekî girîng ê partiyên îtîfaq heye. Dixwazim bibêjim li Tirkiyê Kurd û stratejiya HDP’ê destkeftiyek mezin bidestxist.

DIVÊ EM ÎTÎFAQÊ BIHÊZTIR BIKIN

Di roj, hem û salên li pêşiya me de bihêzkirina vê îtîfaqê girîng e. Divê em weke şaredariyekî ku hatî bidestxistin lê temaşe nekin weke destkeftiyekî dîrokî ye lê binrin. Îro dibe di aliyê teknîk de me şaredarî qezenç kiribe lê di binê vê de qezençkirina dîrokî hê bêhtir girîng e.”