Temellî li Cizîrê axivî: Wê di 24’ê Hezîranê de AKP têk biçe

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Cizîrê bi gel re civiya û diyar kir ku di 24’ê Hezîranê de ew ê AKP têk biçe. Temellî diyar kir ku heke di hevdîtinên tifaqê de HDP tune be, ew ê ew tifaq negihêje encamekê.

Gera heyeta HDP'ê ya Herêma Botanê ku di çarçoveya xebatên Hilbijartina Zordest ya 24'e Hezîranê berdewam dike. Heyeta HDP'ê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî û parlamenterên HDP'ê piştî Sêrt û Şirnexê duh derbasî Sîlopya bûn û ji wir jî hatin Cizîrê. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî duh piştî li Şirnexê bi girseyî û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin, derbasî navçeya Sİlopiya bû. Serê sibê jî Heyeta HDP'ê û Temelli li dora navçeya Sîlopya tûra hilbijartinê avêtin û hatin Cizîrê.

Dema heyeta HDP'ê li navçeya Sîlopî tûr avêt ji aliyê zarok û mezinan ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin û gel hezkirina xwe bi dirûşmeyan nîşanî wan dan. Welatiyan dirûşme berz kirin û nîşaneyên serkeftinê bilind kirin. Heyet piştî ji Sîlopiyê bi coşek mezin hat oxirkirin berê xwe da Navçeya Cizîrê. Heyet di ketina bajar de rastî kontrola polîsan û lêgerîna GBT'ê hat. Piştre derbasî navçeyê bû. Heyetê piştî li nava Cizîrê tûr avêt, ji aliyê 7 salî heta 70 salî bi coş û kelecanek mezin hatin pêşwazîkirin. Girseya ku derketin ser kolan û rêyan bi tilîlî, çepik, dirûşmeyan hezkirina xwe anîn ziman û nîşaneyên serkeftinê bilind kirin. Ji ber girseya mezin karwan dem dem rawestiya. Dema Karwana HDP'ê li nava bajar tûr avêt, xwendekarên dibistanan tev derketin derve û rêya karwan birîn û hezkirina xwe anîn ziman. Dema karwan derbasî ber avahiya HDP'ê ya Navçeyê bû li vir axaftin kirin.

 ‘WÊ ERDOGAN Û AKP SERSERKÎ GINDIR BIBIN’

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li vir gel silav kir û got: “Gelê Botanê hûn hêviya Tirkiyeyê ne. Gelê Cizîrê êşên gelek mezin dît. Bedelên pir giran dan. Di qedexeyan de asê man. Di jêrzemînên malên xwe de hatin bombekirin. Ji ber ambulans neçû jiyana xwe ji dest dan. Di jêrzemînan de hatin şewitandin û kuştin. Ev yek sûcê mirovahiyê derbas dike. Ev tu car nayê ji bîr kirin." Gel bê navber  bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bersîv da Temellî. Temellî,  anî ziman ku dema daraz serbixwe bibe wê hesabê vê yekê bipirse û wiha bi dawî kir: "Wisa difikirin ku ser vî tiştî bigirin. Lê wê tu carî nikaribin vî tiştî veşêrin. Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan dibêje ‘Wê Hilbijartina 24'ê Hezîranê bibe dîrok’. Rast e wê bibe dîrok. Ji ber ku Erdogan û partiya xwe wê serserkî gindir bibin."