Temellî: Divê li hemberî tecrîdê em dengê xwe bilind bikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî berxwedana Leyla Guven silav kir û got ku, “Dema ku em dibêjin bila tecrîd rabe, em bang li Tirkiyeyê gişî dikin. Werin li hemberî vê tecrîdê em dengê xwe bilind bikin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Qersê bi gel re civiya û rojev nirxand.

LEYLA GUVEN HATE SILAVKIRIN

Temellî bi silavkirina Leyla Guven dest bi axaftina xwe kir a ku li hemberî tecrîda Îmraliyê ketiye greva birçîbûnê.

Temellî di axaftina xwe de qala van tiştan kir: “Îroj berxwedana parlementera me Leyla Guven dikeve roja 40’an. Em hezkirin û silavên xwe jê re dişînin. Leyla Guven ne bi tenê ji bo me, ji bo hemû Tirkiyeyê tevgereke mînak dide nîşandan. Ji ber ku Tirkiye li aştî û dahatûya xwe digere. Tirkiye di bin vê desthilatdariya heyî, dirize. Divê Tirkiye xwe ji vê rewşê rizgar bike. Rêya vê rizgarkirinê jî têkoşîna demokrasî û aştiyê ye. Em bang li Tirkiyeyê dikin, werin em bi hev re li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”

‘MÛXATAB OCALAN E’

Temelî diyar kir ku kesê ku dikare vî şerî bi dawî bike, mûxatabê çareseriya doza Kurdan e û got ku, “Em ji mûxatabê vê meseleyê re, ji Ocalan re hezkirina xwe dişînin. Li 5,6 sal berê binihêrin. Berê çawa bû, niha çawa ye? Dema mirov herduyan dide ber hev, dibîne ku divê tecrîd were rakirin. Em dixwazin ji vê krîza siyasî, sosyal û îktîsadî rizgar bibin. Êdî dem hatiye ku em ji vê ferasetê rizgar bibin a ku welat ber bi şer ve dibe.”

‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Temellî diyar kir ku ew ê wekî Selahattîn Demîrtaş li ber xwe bidin ê ku dersa hiqûqê da dadgehê. Li jêr êrîşên hemû saziyên dewletê em têkoşîna xwe didomînin. Em ê dev ji vê têkoşînê bernedin. Têkoşîna me, têkoşîna edaletê ye. Ji ber ku vî welatî hesta edaletê winda kiriye.

‘EM Ê DI VÊ HILBIJARTINÊ DE DESTÛRÊ NEDIN FET Û FÛTAN’

Ka li Şirnexê binihêrin. Ferman ji hemû leşkeran re hatiye şandin û ji wan re gotine, ‘Pûsûlayên dengan bibin navendê’ Nîvê artêşê li Şirnex û Colemêrgê ye. Çima? Ji bo ku dengan ji me bidizin. Niha jî artêşê dişînin wê derê. Bi dengên leşkeran hewl didin dengê xwe zêde bikin. Ew çi bikin jî li Şirnex, Colemêrg, Wan, Agirî, Qers û Amedê em ê bi ser bikevin. Piştî vê hilbijartinê em ê van qeyûman bişînin Enqereyê. Dema hatiye ku em ji wê ferasetê xwe rizgar bikin. Hilbijartinê herêmî ji bo rizgarbûna ji vê ferasetê gaveke girîng e.

JI BERMAHIYÊN DAÎŞ’Ê RE DIBÊJIN ARTÊŞA MILLÎ

Niha bi nêzikbûna hilbijartinê re, sewqiyatên leşkerî dikin û gefan li gelê Kurd dixwin. Niha çeteyên OSO’yê Efrînê dagir dikin. Lê ji çeteyên OSO’yê re dibêje ‘artêşa millî’. Ev ne artêşa millî ne. Ev çete û bermahiyên DAÎŞ’ê ne.

Niha ev kes dîsa Rojava dikin hedef. Çima? Ji ber ku hilbijartin heye, pêdiviya wan bi serkeftinê heye. Ev desthilatdarî serkeftinê di xwîna Kurdan de digere. Ka tu serkeftinê di aştî û demokrasiyê bigere. “

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bang li gelên Tirkiyeyê kir ku bila li hemberî şer dengê xwe bilind bikin.