‘Televîzyona NRT wê dest bi weşanê bike’

Ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate ragihandin ku weşanên televîzyona NRT ku hefteyekê hatibû rawestandin, hefteyek din jî wê weşan neke. Lê belê Qûbad Talabanî ji bo biryarê îtiraz kir. Tê plankirin ku televîzyon îro dest bi weşanê bike.

Weşana televîzyona NRT ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike di 18’ê Kanûnê de ji ber çalakiyên gel yên li herêmê, ji aliyê hikûmetê ve weşana televîzyonê hefteyekê hatibû rawestandin û biryara dirêjkirina hefteyek din a  rawestdanina weşanê hatibû dayîn. Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talabanî piştî ku îtiraz kir, biryar hate sekinandin.

Bi fermana Wezîrê Çand û Ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Xalîd Dostkî ve hefteya borî weşana NRT Tv hatibû rawestandin û  biryara dirêjkirina rawestandina weşanê hate dayîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê ve hatî kirin wiha tê gotin; “Piştî rawestandina weşanên qenalê li herêmê rewş baştir bûye.” Hate ragihandin ku bi biryara Dadgeha Giştî ya Silêmaniyê re weşanên televîzyonê hefteyek din jî hatiye rawestandin.

Alîkarê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qûbad Talabanî îtirazî biryarê kir. Daxuyaniya ji aliyê Talabanî ve hatî dayîn de wiha tê gotin; “ Li gorî yasaya rojnamegerî û azadiya ramanê, biryara Wezareta Rewşenbîrî û Ciwana hate betalkirin. Televîzyona NRT dikare dest bi weşana xwe bike.”

Têkildarî mijarê Berpirsê televîzyona NRT’ê Awat Elî ji ANF’ê re axivî û wiha got; “Biryara dawî ya ji bo destpêkirina weşanê ya ji aliyê Qubad Talabanî ve hatibû dayîn, gihişte me. Em li bendê ne ku hêzên ewlehiyê avahiyê vala bikin.”

Awat Elî wiha jî got; "Ji bo dest bi weşanê bikin amadekariyan dikîn. Lê belê hê em neçûne avahiyê. Ji ber ku li avahiyê hê hêzên ewlehiyê hene. Me biryar ji wan re ragihand. Lê belê ji ber ku em nikarin biçin nava avahiyê di derbarê amûran de agahî di destê me de nîne.”