'Têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê Kurd wê her tim bi ser bikeve'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyan û destnîşan kir ku divê piştgirî ji têkoşîna girtiyan re bê dayin. Elîf Ronahî got, "Têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê Kurd heta ku dewam bike, wê bi ser bikeve."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî tevlî bernameyeke taybet a li Radyoya Dengê Welat bû û greva birçîbûnê nirxand, ku bi pêşengiya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê tê meşandin.

Elîf Ronahî di destpêka axaftina xwe de bi wesîleya salvegera 22'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, hêzên komploger şermezar kir û şehîdên ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' çalakiya fedayî kirin, bi bîr anî. Elîf Ronahî her wiha şehîd Zulkuf, Ayten, Zehra, Medya, Yonca, Mahsûm, Sîraç û Ûgûr bi bîr anî ku sala 2019'an ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakiya fedayî kirin.

Elîf Ronahî diyar kir ku ji dema destpêkirina komployê û vir ve girtiyên li zindanan her tim li ber xwe didin, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşin û girtiyên şoreşger ên di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' dest bi berxwedanê kirine, silav kir.

'TÊKOŞÎN WÊ TEQEZ BI SER BIKEVE'

Elîf Ronahî bi bîr xist ku li pêşberî çalakiya grevên birçîbûnê ya Mijdara 2018'an dest pê kir, dewleta Tirk neçar ma ku bihêle hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re bê kirin û ev çalakî jî bi banga Ocalan bi dawî bû. Elîf Ronahî got, "Di vê demê de dewleta Tirk li parçeyên Kurdistanê hemûyan êrişên giran kir. Bi girankirina tecrîdê re hewl dide têkiliya Rêberê me bi derve re bibire. Di heman demê de em zanin ku li Îmraliyê dixwazin zextên cuda li Rêberê me bikin. Ji bo wî bînin ser nuqteya çareseriyê ya li gorî xwe, şerekî giran dikin. Ne zehmet e ku mirov vê texmîn neke."

Elîf Ronahî destnîşan kir ku eger tecrîd neyê bidawîkirin û Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad nebe, ev faşîzm wê ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe gefek.

Elîf Ronahî got, "Hevlaên me yên li zindanan, gelê Kurd, jinên Kurd zanin ku eger Rêberê me azad be wê dest li rewşa heyî werde, wê faşîzmê rawestîne, lewma zêdeyî du meh in li ber xwe didin. Ez bawerim ku ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve. Hem Rêberê me hem jî hevalên me yên li zindanan wê di nava şert û mercên azad de hevdîtineke dîrokî bikin."

'PKK'Ê DEMA KU DEST BI TÊKOŞÎNÊ KIR, BI QASÎ SERÊ DERZIYÊ DERFET TUNE BÛ'

Elîf Ronahî destnîşan kir, çawa ku girtiyên li zindanan di çarçoveya pêngava 'Dema azadiyê ye' li ber xwe diidn, ew jî bi rol û berpirsyariya xwe rabin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin. Elîf Ronahî got, "Herî zêde divê haya gelê Kurd ji vê yekê hebe û xwedî li berxwedana li zindanan û ya gerîla derkeve. Têrê nake ku bê gotin AKP-MHP li ber hilweşînê ye. Bi rêya têkoşînê, faşîzm hildiweşe.

Lewma bi taybetî gelê Kurd û hêzên demokratîk ên li Bakurê Kurdistanê, divê dest bidin hev û vê firsendê bi kar bînin. Em zanin ku dijmin gelekî êriş dike, nahêle ku bêhnê jî bistînin, her wiha nahêle ku du Kurd jî li hev bicive. Lê belê dema ku vê têkoşînê dest pê kir bi qasî serê derziyê derfet tune bû, îmkan tune bû. Şert û merc hene ku derfet hemû bên bikaranîn. Gelê Kurd heta ku bi rengekî rêxistinbûyî têbikoşe, tiştek nîne ku nikaribe bi ser bixîne."