'Têkoşîna me ya azadiyê polîtîkayên AKP'ê pûç dike'

Ji Fermandarên NPG'ê Bawer Dersîm diyar kir, AKP bi taybetî di dema dawî de hem li hundir em jî li derve tengav bûye û ji ber vê yekê, êrîşên xwe yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd zêde kiriye.

Ji Fermandarên Navenda Parastina Gel (NPG) Bawer Dersîm ji ANF'ê re axivî û anî ziman, çeteyên AKP û MHP'ê ji ber rewşa xwe ya tengav êrîşên li çar parçeyên Kurdistanê zêde kirine. Dersîm destnîşan kir, ku AKP/MHP bi van êrîşên li dijî gel û gerîla re dixwazin li ser piyan bimînin û got, "Ev êrîş ne ji ber wê ye ku AKP û MHP bi hêz in. Berevajî, ji aliyê siyasî û eşkerî ve tengav bûne. Tirkiye gav bi gav ji cîhanê tecrîd dibe. Hevalbendên xwe yên kevneşop jî winda kiriye. Berê ji ber berjewendiyên siyasî yên li herêmê bandoreke xwe hebû. Bi Yekîtiya Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka re di hin astan de têkiliyên xwe hebû, dihat qebûlkirin. Lê êdî ew jî hatine asteke welê ku ev rewş bi temamî guheriye. Hema hema bi her kesî re bûye dijmin. Ev rewş, ji ber polîtîkayên Erdogan rû daye. Êrîşa dijminane ya li dijî Kurdan û polîtîkayên înkar û tinekirinê Tirkiyeyê ber bi felaketekê ve dibe."

'TÊKOŞÎNA GERÎAL WÊ ERDOGAN BIQEDÎNE'

Dersîm destnîşan kir, ku Erdogan daye ser şopa dîktatorên siyasî yên li Rojhilata Navîn, aqûbeta wî jî wê bi heman rengî be û got, "Erdogan bi jinedîtî hatina gelê Kurd re Tirkiyeyê nikare bigihîne siberojeke zexm. Weke ku tê zanîn, dîktator bi hêrs in, çavsor in, tiştek nîne ku ji bo berjewendiyên xwe nekin. Ev hemû taybetmendiyên dîktatoran bi Erdogan re hene. Dixwaze ji bo xwe her tiştî bike. Lê belê çi dike bila bike wê nikaribe xwe rizgar bike. Bi taybetî, têkoşîn û berxwedana gerîlayên Kurdistanê wê xewn û xeyalên Erdogan têk bibe."

Fermandar Dersîm ragihand, Erdogan bi operasyonên xwe yên li dijî Cerablûs û El Babê re dixwaze çeperên gelê Kurd tine bike û wiha dewam kir: "Lê belê pêşî li vê hate girtin. Şensekî xwe yê zêde bi pêş ve biçe, nema. Hem gerîlayên azadiya Kurdistanê, hem jî hêzên din pêşî lê girt. Ji bo YPG'ê li derve bihêle, bê bandor bihêle her tişt kir. Lê belê nekarî bi ser bikeve. Hevalbendê herî mezin ê Tirkiyeyê li nava NATO'yê DYA jî nexwest bi TC re bixebite. Di roja îro de jî êrîşa DYA ya li dijî Sûriyeyê weke firsendekê dibîne û hewl dide bi DYA re bi hevkarî tevbigere. Dixwaze DYA û Rûsyayê li Sûriyeyê bide şer kirin. Daye dû polîtîkayên bi vî rengî yên erzan. Komkujiyên ku li welatê xwe dike daniye aliyekî û hewl dide êşên mirovên din bike merhem ji polîtîkaya xwe ya derve. Ev hemû, têkçûna Tirkiyeyê ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve ye. Bi kurtasî daxwaz û hewesên TC di ber de man. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Rojhilata Navîn veguherî hêza herî girîng."

Bawer Dersîm anî ziman, koalîsyona AKP-MHP'ê li Kurdistanê ya hêvî dikir nedîtiye û ragihand, bi rêya çeteyên bi pere wextekê li Başûrê Kurdistanê perwerde daye. Dersîm diyar kir, bi rêya van kukjeran xwest êrîşî civaka Êzidî ya li Şengalê bike û got, "Qaşo wê HPG'ê li wê derê têk bibin. Ew plana wan jî hat pûçkirin. Hewldanên wan hene ji bo êrîşên hewayî û operasyonan li dijî Başûrê Kurdistanê bikin. Ji van hewldanan jî encam bi dest nexistine. Yekane herêma ku ji ber şert û mercan niha giraniyê didin ser qadên me yên Bakurê Kurdistanê ye. Li vê derê, ji sala 1999'an û vir ve operasyonên herî berfireh dikin. Operasyonên herî berfireh di vê zivistanê de hatin kirin. Şehîdên me çêbûn, lê belê dema çarçove û armacna operasyonan li ber çavan were girtin, hingî wê bê dîtin ku TC bi ser neketiye. Nekariye hêza têkoşînê ya gerîla bişikîne. Nekariye pêşî li pêngava me ya nû, ku wê dest pê bike, bigire."

'YÊ SURPRÎZAN BIKE, EM IN'

Ji Fermandarên NPG'ê Bawer Dersîm destnîşan kir, ku ji bo dest bi pêngava sala 2017'an bike ew bi avantaj in û got, "Em dizanin, di salên 94 û 98'an de jî dijmin êrîşên giran li dijî me kiribû. Lê windahiyên me yên niha li gorî wê demê kêmtir e. Dijmin, şert û mercên demsalê ji xwe re weke firsendê dibîne û bi teknîkê û hemû hêza xwe xwest gerîlayên me biqedîne. Tevî vê yekê xwestin, şerekî giran ê psîkolojîk bimeşînin. Gotin 'Wê nikaribin meha Sibatê bibînin, wê nikaribin meha Adarê bibînin'. Wezîrê Karên Hundir digot, 'Di meha Nîsanê de wê kesek navê PKK'ê jî hilnîne'. Ev kesê ku gefan weke hunerekê dibîne, niha wezîfeya Wezareta Karên Hundir dike. Jê heye ku vê wezîfeyê baş dike. Tayyîp Erdogan dibêje 'Di vê biharê de surprîzên me ji bo gerîla hene'. Eşkereye ku gerîlayên me li pêşberî van gefên erzan û kufikî, bi mîlîmekê jî ji meşa xwe venagerin. Gerîlayên me wê di demeke nêz de bi rengekî herî tund bersivê bidin dijmin û bibin kabûsê dijmin. Ti guman di vir de nîne. Ti guman nîne; Wezîrê Karên Hundir wê her şev bi kabûsa PKK'ê hişyar bibe. Em ê nîşanî Erdogan û çeteyên wî bidin, bê surprîz çawa tê kirin."

'SALA 2017'AN WÊ BIBE SALA SERKETINÊ'

Dersîm di dewama axaftina xwe de bal kişand ser referandûma 16'ê Nîsanê û destnîşan kir, ku dengê 'NA' wê Kurdan hîn bêhtir nêzî serketinê bike. Dersîm got, "AKP û MHP ji bo dengê 'erê' bi ser bikeve, her tiştî dikin. Hemû derfetên dewletê di vî warî de seferber kirine. Civakê jî xwe amade kiriye dengê 'NA' bide. Ev briyara civakê, wê dawî li bloka faşîst a AKP-MHP'ê bîne. Hem jî wê gelan bi gaveke din nêzî azadiyê bike. Sala 2017'an wê ji bo gelan bibe sala azadiyê, ji bo faşîstan jî bibe sala tinebûnê."