Têkiliya ku beriya 38 salan danî, rêveçûna jiyana wî diyar kir
Mehmûd Hecî Ebdullah ku sala 1987'an kûryetiya PKK'ê kir, di salên 1991 û 1993'an de têkiliyeke xurt bi Rêber Apo re danî û bi vî rengî rêveçûna jiyana xwe diyar kir.
Mehmûd Hecî Ebdullah ku sala 1987'an kûryetiya PKK'ê kir, di salên 1991 û 1993'an de têkiliyeke xurt bi Rêber Apo re danî û bi vî rengî rêveçûna jiyana xwe diyar kir.
Têkoşîna azadiyê ya Kurd bi fedakariya bi milyonan dayik û bav ên Kurd xurt bû. Wan ji bo azadiya gelan û paşeroja zarokên xwe her zor û zehmetî dan ber çavên xwe. Di nava vê têkoşîna destanî de yek ji kûryeyên kevn ên PKK'ê Mehmûd Hecî Ebdullah bû.
Mehmûd Hecî Ebdullah sala 1960'î li gundê Rihanikê yê Dêrikê ji dayik bû û mezin bû. Dilsozê xaka xwe bû, hesreta wî ya azadiyê kir ku di sala 1987'an de kûryetiyê ji PKK'ê re bike. Vê yekê jiyana wî diyar kir. Di salên 1991 û 1993'an de firsend dît ku R3eber Apo bibîne û pê re diyalogê bike. Ji wê rojê ve bi felsefeya Rêber Apo dijî. Fikrên Rêber Apo di dilê Mehmûd de mîna meşaleyekê ronî kir. Ji hingî ve ji bo azadiya gelê Kurd bêrawestan xebitî û têkoşiya. Weke birayê Dijwar Dêrik ku sala 1987'an şehîd bû, mîrateya wî ya bi rûmet dewr wergirt û jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kir.
DEMA KU RÊBER APO LI BER DERÎ DÎT, MATMAYÎ MA
Mehmûd Hecî Ebdullah yekemcar di sala 1991'ê de Rêber Apo dît û qala wê demê kir, "Ji ber pirsgirêkên tendurstiyê yê dayika min em çûbûn Şamê. Me ji hevalan re gotibûn ku em ê biçin Şamê û hevalekî notek ji me re şandibû ji bo karê me hêsan bike. Dema ku em gihîştin taxa Rukneddîn a Şamê, me nekarî xwe bigihînin xwediyê malê. Li kolanê dema me ji xizmekî wan pirsî, em hîn bûn ku hêzên rejîma Şamê bi şev avêtin ser mala wan û ew girtin. Ji ber vê yekê jî karê me bi rê ve neçûbû. Bi rêya kesê ku rewş ji me re ragihand em çûn maleke din û me nota hevalan teslîm kir Piştî ku not xwendin, piştî demekê em birin cihekî din, birin bajarê Zahîra yê Şamê. Em çûn qatê sêyemîn. Hevalê ku bi me re hat dema ku li derî xist, Rêbertî derî vekir. Em matmayî mabûn. Rêbertî gelekî qîmet dida şehîd Dijwar. Hevalê ku not xwend, rewş ji Rêbertî re ragihand û dema ku got, dayika Dijwar nexweş e, Rêbertî xwestibû me bibîne. Rêbertî destê dayika min maçî kir. Ji ber ku mêvanê wî hebû, ji me re got ku em bisekinin û em bir odeyeke din.
'BERÊ DAYIKA MIN DA DOKTORÊ XWE'
Piştî ku mêvanên wî çû, bi demdirêjî axivî; qala Şehîd Dijwar, dilxwaziya wî ya ji bo çand û hunerê, dilsoziya bi xak û zimanê xwe re kir. Piştre me bi hev re xwarin xwar.
Bi destê xwe xwarin dida dayika min. Gelekî israr kir ku em dew vexwin. Ji nêz ve eleqedar bûbû. Dema ku ji ser sifrê rabû, ji bo destê xwe bişo çû û piştî ku vegeriya çay anî bû. Vê yekê gelekî bandor li min kiribû. Dawiya dawî ew Serok bû, me jê re Rêbertî digot. Anîna çay ji aliyê serokekî ve balkêş bû. Piştre ji hevalê ku em anîn re got, 'Dayê westiya ye, wê bibe. Dibe jî dayê bibe doktorê min'. Herî dawî jî bi dayikê û min re wêne kişand û em li ber derî oxir kir."
HEVDÎTINA DUYEMÎN: TÊKILIYEKE XURT A BI RÊBER APO RE
Mehmûd Hecî Ebdullah diyar kir ku hevdîtina duyemîn a bi Rêber Apo re di sala 1993'an de pêk anî û got, "Wê demê yên ku karên kûryeyê dimeşand û berpirsyar bûn Ahmet Hemze û Zinar Reşît bûn. Bi hevalên welatparêz ên bi navê Ebû Bêro û Selîm re me karê kûryetiyê dikir. Ji xwe min di sala 1987'an de dest bi kûryetiyê kir. Dem bi dem bi Ahmet û Zinar re diçûm. Carna jî Ebû Bêro bi tena serê xwe diçû keşfê. Ev keşfên ji bo derbaskirina komê wê demê zêde bûn. Piştre Ahmet, Zinar û Mihyedîn sala 1989'an şehîd bûn.
Lê belê karên kûryetiyê dewam dikir. Em bi rengekî çalak dixebitîn.
Piştî hevdîtina xwezayî ya sala 1991'ê, di sala 1994'an de ez û Selîm çûn tevlî civîna bi Rêber Apo re bûn. Di ser hevdîtina me ya destpêkê re du sal derbas bûbûn, lê ez ji bîr nekiribû. Yekser li tenduristiya dayika min pirsî bû. Ji xwe zanîbû ku em kûrye ne. Pirsî bû bê kûryetî çawa dimeşe. Me jî nexşeyek nîşanî Rêbertî dan û rêgeh yek bi yek jê re vegot. Piştî vegotineke berfireh, li rewşa xelkê Dêrikê û kar pirsî bû. Hevdîtina min a duyemîn bû wesîle ku Rêbertî hîn baştir fêhm bikim."