Li Krasnadarê piştgiriya Kobanê

Li Krasnadarê piştgiriya Kobanê

Kurdistaniyên li Krasnadarê bi civînekê piştgirî dan berxwedana Kobanê. Ji nûnerên Otonomiya Çanda Kurd a Medyayê Berxwedan Mûrad di axaftina xwe ya li civînê de got: ‘‘Berxwedana Kobanê destpêka avakirina Kurdistana Azad e.’’

Kurdistaniyên li bajarê Federasyona Rûsyayê Krasnadarê dijîn, ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar bikin û piştgirî bidin berxwedana YPG û YPJ'ê di civînekê de li hev civiyan. Civîna ku îro danê sibê saet di 11.00’an de hat li darxistin ji bo cangoriyên Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. 

Di civîna gelek Kurdistanî amadebûyî de endamê Otonomiya Çanda Kurd a Medya Berxwedan Mûrad li ser rewşa ku li Kurdistanê tê jiyîn û berxwedana Kobanê axaftinek kir. Mûrad di axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd li Kobanê destana berxwedana mirovahiyê nivîsandiye û got:  ‘‘Gelê Kurd bi berxwedanek bêhempa çeteyên DAIŞ yên ku dewletan xwe li hemberî wan nedigirt bin xist. Ev berxwedana gelê Kurd ne berxwedana Kobanê tenê ye. Ev berxwedan di heman demê de berxwedana mirovahiya hemdem a li hember faşîzmê ye. Berxwedana Kobanê wê bibe destpêka avakirina Kurdistana azad. Em jî wek Kurdên li Rûsyayê dijîn vê berxwedanê silav dikin û komên çete yê DAIŞ'ê bi tundî şermezar dikin.’’