Li Nisêbînê li gundê Calê duh şer çêbû û leşkerek hatibû kuştin. Piştî şer li 14 herêman ‘qedexeya derketina derve’ hate îlankirin. Têkiliya bi gundan re ji binî ve hate qutkirin. Li gorî agahiyên ku gundiyan da, şewata li qadê ji gundê Calê heta bi Goran Tepeyê hatiye. Li herêmê li hin cihan şer didome.
Destûr nayê dayîn ku gundî agir bitefînin û dîsa di meha Tîrmehê de li heman herêmê ‘qedexe’ hatibû îlankirin û leşkeran agir bi qadê xistibûn.
LEŞKER GUNDIYAN TEHDÎD DIKE
Leşker nahêlin ku gundî ji malên xwe derkevin û dora gundan girtine. Dema ku gundî dixwazin biçin şewatê bitefînin jî leşker wan tehdîd dike. Zêdebûna şewata li herêmê, ne li xema rayedarên dewletê ye.
Di meha Tîrmehê de jî agir bi vê qadê xistibûn û zeviyên gundiyan bûbû xwelî. Şewata li qadê 2 rojan dom kiribû.
‘BILA TIŞTEK WERE KIRIN’
Kesekî ji gundê Calê got ku, “Ji sibehê ve dengê çekan nasekine. Bi destpêkirina şer re, şewatê jî dest pê kir. Em nikarin ji paceyan jî li derve binihêrin. Nahêlin em şewatê bitefînin. Li nava gund leşker hene. Dibe ku digirin ser malan jî. Niha baxên me dîsa tê şewitandin. Bila tiştek were kirin.”
AMBÛLANSÊ JÎ NAŞÎNIN
Walîtî bi hinceta ‘ewlekariyê’ ambûlansê jî naşîne gundên ku ‘qedexeya’ derketina derve lê hatiye îlankirin. Duh li gundê Xerabê Bava kesekî nexweş ji ber nehatina ambûlansê heta derengî şevê hate sekinandin. Nexweş bi alîkariya gundiyan ji gund hate derxistin û gundiyan ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.