Tekane xeyala Baz welatekî azad bû

Endamê Hêzên Xweparastinê yên Wargeha Mexmûrê Gokhan Kirboga (Baz Dijwar) di êrîşa li dijî Wargeha Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da. Xwişka wî Elîf Kirboga wiha got: "Tekane xeyala birayê min Kurdistanek azad bû."

Gokhan Kirboga (Baz Dijwar) di sala 1993'yan de li navçeya Sûrê ya Amedê hat dinê, ji 11 xwişk û biryayan yê herî piçûk e. Hê di 19 salî ye rastiya pişaftina li dibistanê dewletê dibîne, dest ji dibistanê berdide û di 7'ê Cotmeha 2011'an de dest bi karê têkoşîna azadiya gelê xwe dike. 

Baz Dijwar di tevahiya jiyana xwe de serî li dijî neheqiyê natewîne û ciwantiya wî bi têkoşînek têr û tijî derbas dibe. Xwişk û kekê Baz Dijwar ên bi navê Elîf û Hanefî Kirboga qala birayên xwe kirin.

'HER DEM RÛYEK BI HÊZ HEBÛ'

Hanefî Kirboga da zanîn ku li navçeya Sûrê di dikanê de dixebitî, her dem rûyekî wî yê bi hêz hebû û ev tişt got: "Rûyê birayê min bi hêz bû. Gelek bi kelecan û bi jiyanê ve girêdayî bû. Dayik û bavê min gotin wê tev li xebatan be. Dema min ev ji wî pirsî, keniya û got ku 'dibe'."

'TU CARÎ NIHEQÎ QEBÛL NEKIR'

Kirboga anî ziman ku birayê wî tu carî niheqî qebûl nedikir û wiha axivî: "Gelekî wêrek bû. Ji parvekirin û xebatê hez dikir. Me dema esnafî dikir, me gelek tişt guh nedidayê, lê wî tu carî niheqî qebûl nedikir. Digot divê wiha nebe. Demekî di saloneke taştê de xebitî. Demekê çûbû perwerdeya folklorê. Berî ku biçe hat dikanê. Me bi hev re tiriyên ji gund hatibûn xwarin û çay vexwar. Me xarina êvarê jî bi hev re xwar û Gokhan xatirê xwe ji me xwest û çû malê. Wê şevê wekî ku wê venegere çû. Serê sibehê xwediyê kar li dayika min geriya û got ku Gokhan nehatiye kar. Me piştre bihîst ku tev li kar û xebatên azadiya gelê xwe bûye."

'DIVÊ EM DI ZÛTIRÎN DEMÊ DE YEKITIYA XWE ÇÊKIN'

Kirboga bang li gelê Kurd jî kir ku yekitiya xwe ava bikin û axaftina xwe wiha dewam kir: " Dema min bihîst ku şehîd bûye ez ketim. Em 11 xwişk û bira ne. Şehîd Baz birayê me yê herî piçûk e. Em wekî hevrêyên hev bûn. Heta em yekitiya xwe ava nekin, dê rewşa me ev be. Ji bo wê divê em demek ji ya din zûtir yekitiya xwe ava bikin."

'HER DEM DIXWEST TEV LI BIBE'

Xwişka Baz Dijwar Elîf Kirboga jî bîranînên bi birayên xwe re parve kir û wiha axivî: "Me gelek baş ji hev du fêm dikir. Ez ji wî piçûk bûm û me gelek dida ber hev û henek dikirin. Em wekî hevrêyan bûn. Du salan ji min mestir e. Em bi hev re çûn dibistanê. Em ji dibistanê vedigeriyan. Berî ku biçe telefona xwe firotibû. Ji bavê min re bi pereyê telefonê şarj standibû. Bi wî pereyî çend parçe kel û pel ji bo malê standibû."

'XEYALA WÎ KURDISTANEK AZAD BÛ'

Kirboga anî ziman ku berî ku birayê wê biçe, xeyala wî ya sereke Kurdistanek azad bûye û ev tişt got: "Hinekî ji kekê min şerm dikir. Bi min re hêj zêdetir samîmî bû û her dem ji min re digot ku ez ê biçim. Min jî digot ku 'Gokhan tu yê li wir çi bikî?' Digot ku 'Ez ê biçim. Em ê li wir Kurdistana azad ava bikin.' Her dem kêfxweş bû û her dem stran digotin. Gokhan kêfxweşiya malbatê bû. Ji kekê min wêdetir, hevrêyê min bû."

'JIYANA GERÎLA JI BO XWE MÎNAK GIRT'

Kirboga destnîşan kir ku kekê wê jiyana gerîlatiyê her dem ji bo xwe wekî rêgezekî girtiye û wiha pê de çû: "Kekê min heta dawiya jiyana gerîlatiyê ji bo xwe mînak digirt. Her dem qala wan dikir."