Tehdeya li ser rêya Colemêrg-Wanê

Bendên kontrolê yên li ser rêya Wan-Colemêrgê bi ragihandina Rewşa Awarte re zêdetir bûn. Çûn û hatina 3 saetan a li vê rêyê digihêje 8 saetan.

Ji ber dehan bendên kontrolê yên li ser rêya bejahî ya navbera Wan û Colemêrgê, bi kîlometreyan wesayît li pey hev disekinin. Welatî neçar dimînin bi saetan li bendên kontrolê bisekinin.

Piştî ku dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP'ê 'pêvajoya diyalogê' qedand, ji nû ve dest bi şer kir û Rewşa Awarte ragihand, mafê ger û geştê yê welatiyan ji wan hate standin. Herêmên bejahî di bin navê 'herêma ewlekariyê ya demî', 'qedexeya derketina derve' û 'herêma ewlekariyê ya leşkerî' de li gelê sivîl tên qedexekirin. Hemû deriyên sînor hatine girtin û bi vî rengî pêşî li bazirganiya welatiyan a li ser sînor hatiye girtin. Çûn û hatina li navbera bajaran jî, bi bahaneya 'tedbîrên ewlekariyê' veguheriye îşkenceyê. Rêya bejahî ya navbera Colemêrg-Wanê, yek ji wan rêyan e ku mafê ger û geştê yê welatiyan ji aliyê dewletê ve lê hatiye desteserkirin.

RÊYA JI 3 SAETAN DIGIHÊJE 8 SAETAN

Di navbera Wan û Colemêrgê de berê gelek bendên kontrolê hebûn. Tevî vê yekê jî bi ragihandina Rewşa Awarte re hejmara van bendên kontrolê hatin zêdekirin. Ji ber vê yekê çûn û hatina navbera Colemêrg û Wanê ji 3 saetan digihêje 8 saetan. Bi taybetî bendên kontrolê yên nû yên li pêşiya Wanê hatine danîn, dibin sedem ku rêzên bi kîlomtreyan dirêj ên wesayîtan rû bidin.

LÊGERÎNA BÊ DAWÎ

Bi taybetî, benda kontrolê ya jendermeyan a Yenîkopru ya navbera Colemêrg-Gever û Wanê û benda kontrolê ya polîsan a Depînê yên li pêşiya bajarê Colemêrgê, ji ber lêgerînê veguherîne îşkenceyê. Bi bahaneya ewlekariyê, hemû wesayît di rêzê de tên sekinandin. Jİ ber dirêjbûna dema lêgerînê, rêzên dirêj ên bi kîlometreyan rû didin. Welatiyên ku neçar dimînin bi saetan li bendên kontrolê bisekinin, nerazîbûnê nîşanî vê pêkanînê didin.

NASNAMEYÊN WAN JI WAN DISTÎNIN Û BI SAETAN DISEKINÎNIN

Rêwiyan diyar kirin, rêya bejahî ya navbera Wan û Colemêrgê veguheriye îşkenceyê û ev pêkanîn jî bi zanebûn tê kirin. Li gorî welatiyan; "Li bendên kontrolê nasname tê standin, bi saetan nayê radestkirin. Bi vî awayî tehdeyê li me dikin. Kontrolkirina nasnameyê tenê 5 deqeyan dewam dike, lê belê vê yekê bi saetan dikin. Ji ber ku welatî tên sekinandin, rêzên gelekî dirêj çêdibin. Bi vî awayî vediguhere rêbazeke îşkenceyê. Hewl didin mirovan bêzar bikin û bikin ku cih û warên xwe biterikînin. Haya me ji vê heye."

SEFER JI 3'AN DAKETIYE 1'Ê

Ajokarekî mînîbusê yê navbera Colemêrg û Wanê dixebite diyar kir, rojane diviyabû 3 heta 4 sefer bihata kirin, lê belê ji ber lêgerîn û kontrolên li bendên leşkerî û polîsan, rojane dikarin tenê seferekê bikin. Ajokarê mînîbusê anî ziman, tevî nasnameyên rêwiyan, her wiha eşyayên rêwiyan ên li bagajên wesayîtan jî yek bi yek tên derxistin û kontrolkirin. Ajokar got, "Ji ber vê yekê rêzên dirêj rû didin. Her wiha, ji ber ku rêya navbera Wan-Colemêrgê gelekî tê bikaranîn, her roj bi hezaran wesayît tên û diçin. Ji ber lêgerîn û kontrolê, bi kîlometreyan rêza ji wesayîtan çêdibe. Ev yek pêkanîneke kêfî ye. Em dixwazin tavilê ev pêkanîna neheq ji holê were rakirin."