BI DÎMEN

Têgihiştina bi rêya Sosyolojiya Azadiyê

Samiya Xelîl tevlî koma xwendin û nîqaşkirina berhema Sosyolojiya Civakî ya Abdullah Ocalan bû û anî ziman ku wê kûrahî û girîngiya têkoşîna jinê hîn bi berfirehî fêhm kiriye.

Samiya Xelîl (47) 26 sal in bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana xwe bi rê ve dibe. Samiya Xelîl ku sala 1998'an fikrên Abdullah Ocalan nas kir, nasnameya jinê keşif kir, bi biryardariya ku bi kêrî civakê bibe, bi rê ket. Di Şoreşa Rojava de bi roleke çalak rabû û tevlî têkoşîna ji bo mafên jinê bû. Samiya Xelîl beşdarî koma xwendin û nîqaşkirina berhema Sosyolojiya Azadiyê ya Abdullah Ocalan bû û destnîşan kir ku ew bi kûranî û girîngiya têkoşîna jinê têgihiştî ne.

Samiya Xelîl ku beriya 26 salan fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir, ji ANF'ê re axivî.

Samiya Xelîl got, "Heta 21 saliya xwe min fikrên Rêber Apo nas nekiribû. Xwedî kesayetiyeke welê bûm ku dûrî fikrên Rêber Apo bû. Hevserê min welatparêz bû. Bi rêya wî min felsefeya Rêber Apo nas kir. Beriya ku fikrê Rêber Apo nas bikim dayika zarokên xwe, jin a malê bûm. Piştî ku hevserê min deriyê mala me li hevalan vekir û bi hevalan re tevgeriya, ev yek bû wesîle ku têkiliyekê bi hevalan re ava bikim. Derbasî qonaxa wergirtina nasnameya jinê ya welatparêz bûm. Lewma zextên rejîmê jî zêde bûbûn. Hevserê min sal û nîvekê ji aliyê rejîma Baasê ve hate girtin û êşkence lê hate kirin. Zextên li ser malbatê kêm nebûn. Her ku wan zext dikirin, min fêhm dikir ku em di rêya rast de ne. Gihîştibûm wê baweriyê ku divê êdî Samiya berê biguhere. Derketim derveyî malê û diviyabû bi kêrî civakê bihatibûma. Min di şexsê xwe de dîtibû ku weke jinekê vekirina deriyê mala xwe li hevalan dibe wesîleya çi."

DI NAVA KOMUNAN DE XIZMET JI GELÊ XWE RE KIR

Samiya Xelîl anî ziman ku bi Şoreşa Rojava re di nava Komuna Şehîd Berxwedan de wê xizmet ji şoreşê re kir û got, "Tevî keça xwe tevlî nava karên komunê bûm. Têkoşîna ku di şexsê Rêber Apo de bi salan hate meşandin deng vedabû û Şoreşa Rojava pêk hatibû. Me felsefeya Rêber Apo nas kiribûn, em têdikoşiyan. Lê belê zextên rejîma Baas jî bivê nevê jiyana jiyan rûtîn dikir. Bi saya mîmarê şoreşê Rêber Apo em gihîştibûn mafê xwe. Bi şoreşê re têkoşîna ji bo vegera li cewhera jinê hate dayin û bi vî rengî weke jin me mafê xwe bi dest xistin. Bi felsefeya Rêber Apo jin bûn xwedî hêza têkoşînê."

SOSYOLOJIYA AZADIYÊ DIXWÎNIN

Samiya Xelîl anî ziman ku ew Sosyolojiya Azadiyê dixwînin ku yek ji pênc parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Em komek ji jin li hev kom dibin û berhema Rêbertî hefteyê carekê dixwînin. Di her beşa parêznameyê de ya hate xwendin, em nîqaşê dimeşînin û ev rêbaz jî me bi pêş dibe. Her ku dixwînin, em pê dihesin ku bi pêş ve diçin. Fêhmkirina Rêbertî bi xwendin û fêhmkirina felsefeya wî dibe."