‘Tecrîda li ser Ocalan xizmeta aştiyê nake’

Çavdêrên siyasî yên Kerkûkê nerazîbûn nîşanî tecrîda giran a li ser Ocalan dan û gotin; “Tecrîda li ser Ocalan xizmetê ji bo pêvajoya aşitî û siyasî ya li Tirkiyeyê nake. Li Bakurê Kurdistanê tecrîd ji bo lewazkirna şoreşa Kurd e, şoreşa Kurd her bihêze."

Çavdêrên siyasî yên li bajarê Kerkûkê tekildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivîn. Çavdêrên siyasî diyar kirin ku tecrîda li ser Ocalan li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê ye, ji ber ku Ocalan li ser jiyana hevbeş diaxive lê baweriya Erdogan bi jiyana hevbeş û aştiyane nîne.

Çavdêrê siyasî Ehmed Refîq têkildarî tecrîda li ser Ocalan wiha got; “Tecrîda giran a li ser Ocalan xizmetê ji bo pêvajoya aşitî û siyasî ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê nake. Salên derbasbûyî Ocalan peyam da û hemû cîhanê dît pêvajoya aşitî û çareseriyê li Tirkiyeyê dest pê kir. Tişta niha Tirkiyeyê dike helwesteke dijmirovahiyê ye û dijminahiya gelê Kurd dike.”

Ehmed Refîq bi domdarî wiha got; “Tecrîda giran a li ser Ocalan niha gelek zirarê dide Tirkiyeyê. Ewqas zirarê nade tevgera çekdarî û şoreşa Kurd. Ji ber me di van 19 salên derbasbûyî de dît ku Ocalan di girtîgehê de ye û tê tecrîdkirin. Tevgera azadiya Kurd jî her bihêztir bû û pêş dikeve. Tecrîda giran a li ser Ocalan li gorî berjewendiyê Tirkiyeyê ye ji ber ku niha Ocalan qala jiyana hevbeş dike.”

Çavdêrê siyasî Aram Pêşew jî têkildarî tecrîdê axivî û wiha got; “Li gorî Tirkiyeyê tecrîda giran a li ser Ocalan û destgîrkirina rêveberên Bakurê Kurdistanê wê şoreşa Kurd lewaz bike. Em baş dibînin ku dema zext û êrîşek hebe gelê Bakurê Kurdistan hê bêhtir kêfxweşiya xwe ji bo welat û şoreşê tînin. Piştî ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryara berdana Demîrtaş da dewleta Tirk dixwaze heman tecrîdê li ser Demîrtaş jî pêk bîne. Eger Dadgeha Mafê Mirovan ewqas dostê mirov be, divê zextên li ser Tirkiyeyê zêde bike û Ocalan û Demîrtaş berdin.”

Herî dawî Bûrhan Hacî Silêman jî axivî û got; “Tecrîda giran a li ser Ocalan dide nîşandan ku Yekîtiya Ewropa lewaz bûye ku xwe bi mafê mirovan dide nasandin. Tirkiye dixwaze têkiliya Ocalan ji derve re qut bike û nahêle bandora xwe li ser Kurdistan, Tirkiye û herêmê bike. Tirkiye dixwaze peyamên Ocalan negihêje ber destê civaka navnetewî, rewşenbîrên Kurd. Di heman demê de Tirkiye dixwaze siyaseta xwe ya li dijî doza Kurd bidomîne.”