'Tecrîda li ser Ocalan Tirkiyeyê tenê dihêle'

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Huseyîn Yilmaz diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan Tirkiyeyê ji cîhanê dûr dixe û tenê dihêle.

Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP'ê Huseyîn Yilmaz der barê tecrîd girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî ANF’ê re axivî.

Yilmaz bal kişand ser şert û mercên Ocalan ên tecrîdê û wiha axivî: "Em ji tenduristî, ewlehiya Ocalan bi ti awayî agahiyê nastînin. Ev bêtir me dixe nava fikaran. Birêz Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ji 6'ê Cotmeha 2014'an û vir de jî malbat nikare biçe Îmraliyê û hevdîtinê pêk bîne. Piştî 50 nûnerên saziyên Kurdan ketin greva birçîbûnê di 11'ê Îlona 2016’an de carekê hevdîtin hat kirin. 3 sal in Ocalan tenê 2 caran bi malbata xwe re hevdîtinê pêk aniye. Ji wê rojê heta niha malbat bi ti awayî nikarin bi rêya name, faks, telefonê û hemû amûrên ragihandin û agahiyan bi Ocalan re diyalogê pêk bînin."

'TECRÎD AZADIYA CIVAKÊ JEHRÎ DIKE'

Yilmaz anî ziman ku polîtîkayên tecrîdê yên li ser Ocalan tên meşandin, ne mirovahî û ne jî exlaqî ne. Yilmaz destnîşan kir, ku tecrîda li ser Ocalan azadiya civakê jehrî dike û pêşî li ramanên civakê tê girtin. Yilmaz di dewama axaftina xwe de bilêv kir ku divê hemû kesên alîgirên demokrasiye li hemberî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û wiha pê de çû: "Rojhilata Navîn weke pêtên agir dikele û li her alî şer û pevçûn hene, li her alî komkujî, kuştin û binpêkirinên mafên mirovan tên jiyîn. Sedema vê ya girîng jî tecrîda li ser rêzdar Ocalan e. Heger tecrîda girankirî li ser Ocalan bê rakirin, dê li Rohilata Navîn û bi taybetî jî li Tirkiyeyê aştî bê axafatin."

Yilmaz destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her ku diçe krîza aboriyê kûr dibe û li welat xizanî zêde dibe. Yilmaz diyar kir, ku sedema vê ya bingehîn jî tecrîda li ser gelan e, ji bo vê jî divê li her aliyê welat eniya şikandina tecrîdê bê avakirin. Yilmaz got, di tecrîdê de israr tenê hiştina Tirkiyêyê ye û ev tişt got: "Tecrîda li hemberî rêzdar Ocalan Tirkiyeyê ji cihanê dûr dixe û tenê dihêle. Dema ku em li rewşa Tirkiyeyê dinêrin, welat ber bi kaosê ve diçe û hemû rêyên siyasetê li welat xitimîne. Eger di vê demê de bi rêzdar Ocalan re hevdîtin pêk bên û Ocalan têkeve dewrê wê li Tirkiyeyê aramî bikeve dewrê û zimanê aştiyê wê bê axaftin."

'LI DIJÎ TECRÎDÊ DAKEVIN QADAN'

Yilmaz di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Gel ji tenduristiya Ocalan bi fikare. Divê demildest gel agahî ji Ocalan bigre. Divê rêzdar Ocalan bi malbat û parêzerê xwe re bikare hevdîtinê bike. Li ser tecrîda girankirî xebat û çalakiyên partiya me hene û divê di her alî de gel li dijî tecrîdê dakeve qadan."