Tecrîd li Wanê hate protestokirin

Li Wanê gel û siyasetmedar tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd şermezar kirin û xwestin ku demildest şandeyeke biçe Imraliyê.

Gelê Wanê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir.

‘DEMILDEST BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE’

Daxuyanî ji hêla Hevseroka DBP’ê ya Tûşbayê Leyla Durmuş ve hate dayin. Di daxuyaniya çapemeniyê de tecrîda 18 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin û hate gotin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Pergala Imraliyê di bin tecrîdeke giran de ye ku ti cihê vê tecrîdê di nav hiqûqa gerdûnî de nîn e. Her wiha hate gotin ku ev 2,5 sal e tecrîda li ser Ocalan hatiye girankirin, agahî jê nayê wergirtin û nayê hiştin ku malbat û parêzerên Wî Ocalan bibînin. Bi domdarî hate gotin, ‘’em li ser mijara tenduristî û ewlehiya Ocalan bi fikar in. Daxwaza me ew e ku demildest dawî li tecrîda girankirî were.’’

‘TECRÎD WÊ KAOSÊ GIRANTIR BIKE’

Bi berdewamî hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiya Tirkiyê û gelên Rojhilata Navîn gelek ked daye, bi biryardarî û vîneke qeyîm têkoşîna aştiyê daye û hate gotin, ‘’girankirina tecrîdê wê kaosa li welatê me girantir bike û çareseriya pêkan bi temamî ji holê rake.’’

‘BILA ŞANDEYEKE SIYASÎ BIÇE BA OCALAN’

Durmuş bi domdarî bang li raya giştî ya navxweyî û rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî kir ku ji bo Ocalan tevbigerin û got, ‘’Ji bo ku bendariya gel a li ser ewlehî û tenduristiya Birêz Ocalan were bersivandin em dixwazin ku malbat û parêzer an jî şandeyeke siyasî bi lezgînî seriyekî bide Birêz Ocalan.’’

GEVERÎ: OCALAN DIKE KU TIRKIYE HILMÊ BISTÎNE

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî jî diyar kir ku tecrîd sûcekî giran ê mirovahî ye û got Ocalan bi manîsfestoya xwe ya 2013’an kir ku Tirkiye hilmeke rehet bistîne lê bi tecrida girankirî ya li ser Ocalan Tirkiye dîsa ketiye rewşeke wiha ku darbeyên leşkerî û siyasî lê dibin, kao lê giran dibe û bang li AKP’ê kir ku dev ji van polîtîkayên xwe biqere.