'Tecrîd li Tirkiyeyê veguheriye sîstema êşkenceyê'

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz diyar kir, ku li Tirkiyeyê tecrîd veguheriye sîstema êşkenceyê û got: "Li Îmraliyê 22 sal in tecrîd di nava tecrîdê de dewam dike û êdî tecrîd li ser gelan belav bûye."

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz der barê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê axivî.

'OCALAN DI NAVA TECRÎDÊ DE TÊ TECRÎDKIRIN'

Îpekyuz anî ziman ku li Îmraliyê 22 sal in tecrîd di nava tecrîdê de dewam dike û got: "Tecrîd ji aliyê navneteweyî ve bi awayek zelal tê binavkirin û herî dawî CPT di rapora xwe de jî qebûl kir. Kes nikare rastiya tecrîdê veşêre û bibêje tecrîd tineye. Birêz Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin û ji mafên xwe hemûyan bêpar tê hiştin. Birêz Ocalan bi tena serê xwe li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Mafê wî yê telefonê tineye, mafê wî yê parêzeran tineye, mafê wî yê şandina nameyan tineye û nikare ti mafên xwe yên qanûnî bi kar bîne. Hemû mafên wî ji wî hatine girtin. Ev rewş, bi temamî bi binyada konjonktûra dewletê ve girêdayî ye. Tecrîd ne li gorî hiqûqa navxweyî ne jî navneteweyî û mafê mirovan e. Li Îmraliyê ti rêzgezên hiqûqê nayên pêkanîn. Li Îmraliyê mirov dikare bibêje ku ti carî tecrîd nehatiye rakirin û timî dewam dike. Di ti rêgezên hiqûqê de ravekirina vê tineye û êdî haya her kes jî ji vê heye."

'TECRÎD VEGUHERIYE SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ'

Îpekyuz da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin li Îmraliyê tenê sînordar nemaye û li ser civakê belav bûye. Îpekyuz destnîşan kir ku kesên muxalîf û kesên polîtîkayên hikûmetê qebûl nakin jî li welêt tên tecrîdkirin û wiha pê de çû: "Tecrîd veguheriye sîstema êşkenceyê. Dema ku em li demê dinêrin dibînin; dema li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn xitimandinek çêdibe, cihê ku destpêkê berê xwe didinê jî Îmralî ye û alîkariyê ji Birêz Ocalan dixwazin. Tişta ku ji Îmraliyê derdikeve ti carî ji bo xirakirinê nebûye û berovajiyê wê ji bo çareserkirinê ye. Hemû pêşniyar û ramanên Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Birêz Ocalan timî zimanekî ji tundiyê dîr bi kar tîne û ji bo aştiyê kar dike. Lê mixabin dema îro em lê dinêrin, dibînin ku tecrîdek kûr li Îmraliyê tê meşandin û ji bo ev tecrîd were şikandin jî girtiyên siyasî 48 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne.  Îro li girtîgehan ji bo tecrîd bi dawî bibe û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan bi dawî bibin, sînga xwe dane ber birçîbûnê. Dema her tişt diqede û li holê tişek nemîne mirov sînga xwe dide ber çalakiyên grevên birçîbûnê."

'PÊKANÎNÊN LI GIRTÎGEHAN SÎSTEMATÎK Û POLÎTÎK E'

Îpekyuz anî ziman ku di vê dema şewba Covîd-19 de li girtîgehên Tirkiyeyê hemûyan rewş gelekî xirab e û wiha got: "Pêkanînên li girtîgehan siyasî û polîtîk in. Divê kes vê rewşê li paş guhê xwe neavêje û di vê demê de bibe çav û guhê girtiyan. Dewlet pêvajoya şewbê jî veguherandiye firsendê û vê pêjoyê ji bo xwe bi kar tîne. Li Tirkiyeyê mirov bi awayek bê sûç û bê hiqûqî tên girtin û dixin girtîgehan. Li Kurdisatanê bi hezaran mirov ji ber fikrên xwe girtî ne û bi mehan li bendê ne ku derkevin dadgehê. Dîsa li qawişeke ku 10 kes bikarin bimînin 20 kes tên girtin. Dema ku mirov li vê rewşa şewbê jî dinêre, ev bi tena serê xwe pirsgirêk e. Xwarin û vexwarineke baş ti carî bi destê girtiyan nakeve. Girtîgeh veguherîne cihê zilmê û tecrîdê. Dewlet bi taybetî li Kurdistanê weke ku Karxane vedike girtîgehan çê dike. Vê jî weke nûçeyek xweş vedibêjin û dibêjin 'em xizmetê dikin'. Çareserî bi çêkirina girtîgehan û zindanîkirina mirovan nabe. Çareserî bi muxateb û çareserkirina pirsgirêkan dikare pêk were. Dema ku pirsgirêk werin çareserkirin û tecrîd ji holê rabe wê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê jî çareser bibin û aştî were vî welatî. Wê welat bigihêje aramiyê û ji bo Rojhilata Navîn jî bibe welatekî bi mînak. Lê eger tecrîd dewam bike û li her derê belav bibe, wê tundî rû bide û krîzên hene jî wê kûr bibe û di nava welatên cîhanê de jî rêza xwe winda bike."