Tecrîd li Hewlêrê li ber avahiya NY'ê hate şermezarkirin
Li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiyek hate lidarxistin û işaret bi grevên birçîbûnê hate kirin.
Li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiyek hate lidarxistin û işaret bi grevên birçîbûnê hate kirin.
Çalakî serê sibehê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî pêk hat. Çalakgeran bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê.
Çalakgeran al û flama hildan û dirûşmên "Na ji tecrîdê re", "Azadî ji Ocalan re" qîriyan.
Çalakgeran bêdengiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî çalakiyên greva birçîbûnê şermezar kirin.