Tebqa li ber rizgarkirinê ye: Gelek çete hatin kuştin

Di operasyona şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ya li navenda bajarê Tebqa û Bendava Firatê de 17 çete hatin kuştin.

Ji duh êvarê ve li nav bajarê Tebaq û li derdora bendava Firatê,di navbera şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewimin. Di şerê li rojhilat û rojavayê bajarê de 2 jê çete, gelek çete hatin kuştin.

Li derdora bendava Firatê jî di navbera şervanan û çeteyan de şer rûda. Şervanan li vir derbeyên giran li çeteyan xistin. Di şerê li vir de bi qasî hate zelalkirin, 1 jê serçete, 17 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

4 ŞERVANÊN QSD’Ê JIYANA XWE JI DEST DANE

Çavkaniyên ji QSD’ê diyar kir ku di nava şerê du rojan de 4 şervanan jiyana xwe ji dest dane. Pêşveçûna şervanan a di nava bajarê Reqayê de didome. Her ku diçe şervana çeteyên di nava bajêr de tengaf kirine.

DORPÊÇA TEBQA HER KU DIÇE TENG DIBE

Di nava çeteyên ku di bajar de ketine çemberê de aloziya navxweyî çêbûye, Niha gelek çete hewil didin ji Tebqa birevin. Lewma nakokî di navbera çeteyên ku dixwazin ji bajar derkevin û yên dixwazin tê de bimînin de şer derketiye. Hate zanîn ku di şerê navxweyî yê çeteyan de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne. Di heman demê de hin çete di nava lêgerînê de ne ku rê peyda bikin ku tevlî malbatên xwe xwe teslîmî şervanên QSD’ê bikin.

Her wiha di nava çeteyên DAIŞ’ê yên li Tebqayê tengav bûyîn de alozî derketine, gelek çete hewl didin ji Tebqayê birevin. Li ser vê yekê di navbera çeteyan bi xwe de şer qewimiye. Di şerê derketî de gelek çete birîndar bûne. Li gel vê jî hinek çete ketine nava hewldanan li gel malbatên xwe, xwe radestî şervanên QSD’ê bikin.