Te Xwedawenda xwe afirand û em xuliqand

Ger azadî nebe hingî ti wateya hebûna mirovan jî nîne. Ji bo mirov hebûna xwe bi wate bike, pêwîstî bi çi heye? Min bersiva vê pirsê di kesayetiya hevrê Sara de dît.

Ger hebe min dilek bila bi eşqa te lê bide
Ger min hebe çavek bila bi hûsnû cemala te ronahiyê bistîne
Ey xudawanda ku xwe afirandiye û xuliqandiye me
Ez im, ya ku sermestim bi ruhê te, ew ruhê kubra
Em in, a ku ji qudreta te welîdîne  

      
Ger hebe hebûnek bila ew jî azad be... Ew dem çi bû ev hebûn, mirov çawa hebûna xwe ava dike. Hebûn ne tenê ew e ku mirov weke zindiyek hebe.  Ew dem çi bû ev hebûn, çima ger hebe pêwîste azad be? Ma azadî bi dest tê girtin, bi çav tê dîtin? Têkiliyek çawa di navbera hebûn û azadiyê de heye? Gelo hebûn bê azadî û azadî jî bê hebûn dibe. 

Ew dem hebûna mirov li ser azadiyê ava dibe. Ger azadî nebe ew dem ti wateya hebûna mirov jî nîne. Hebûn tenê dibe henase girtin û dayîn. Wê demê ji bo ku mirov hebûna xwe bi wateyê watedar bike pêwistî bi çi heye? Min bersiva vê pirsê di kesayetiya hevê Sara de bi awayekê gelek eşkere û bi wêrektiyek mezin dît. 

MIROV BI XWE DIBE NASNAMEYA JIYANA XWE

Vegotina herî rast te bi xwe ji bo jiyana xwe kiriye. Ji bo vê ye ku digerim nagerim nikarim gotinan ji bo qudret û îmana te bidim diyarkirin. Ne jî dikarim eşqa te ya li hember azadiyê bilêv bikim. Ji ber ti aşiqê aşiqan bû, ji ber ti xwedawanda zanistiyê bû. Ger di mirovan de zanistiyekê dîrokî û ya civakê nebe wê nikaribe di têkoşîn û berxwedaniya xwe de ewqasî bi israr û bi îman be.  

Heval Sara, em in ya ku ji berxwedanî û têkoşîna te welidîne. Lê em çiqasî ji berxwedanî û têkoşîna xwe welidînin can, ruh, îrade, îmanên nû? 

Gava min yekem car pirtûka te xwand, di nava her peyvekê de ez lerîzim, di nava her peyvekê de çavên min li min digeriya. Weke jinek li hember wêrektî û îdiaya te her carek xwe vegeriyam û min xwe pirskir. Lê min xwe de nedît bersivên pirsên xwe. Ji ber em ne berxwedêr bûn, ne wêrek û ne jî bi îdiabûn. Em radest hatibûn girtin, na me xwe radest kiribû. Me nakokî, berxwedanî û wêrektiya xwe di nava xwe de kuştibû. Ango em bi xwe bûbûn kujerê xwe. Lê te kujerê nava xwe de kuştiye û te bi xwe, bi xwe re dest bi lêgerîna azadiyê, bûyîna ya xwe, îradebûyînê kiriye. Bê ku di yek kêliyê de xwe jibîr bikî, lêgerîna xwe rawestînî û bicemidînî têkoşîn û berxwedaniya xwe. Hevrê Sara te berxwedan û têkoşîna destpêkê di xwe de serxistiye, ango te têkoşîn û berxwedanî kiriye navê xwe. 

TU XWEDAWENDA SERDEMA 21'EMÎN E

Belê hevrê Sara, te bi xwe paşeroja xwe diyar kir û li gor wê yekê têkoşîn û berxwedanî da. Jiyanek erzan ne ji bo xwe ne jî ji bo tu jinekê nepejirand. Çawa ku di her kêliya şerê xwe de xwe ava kir, çêkir heman demê jinên Kurd û yê tevahî cîhanê jî bi xwe re çêkir. Hevrê Sara tu afirînera jiyan û kesayetiya me ye. Ji ber vê yekê ye ku tu xwedawanda serdema 21'emîn e.

Heval Sara, te di pirtûka xwe de çendî xweş vegotina azadiyê kiriye. Ger ku em dixwazin bi heqîqetê re bijîn û bibin ya xwe wê demê pêwîste mirov wêrek be. Bi taybetî jî weke jin. Em di saya têkoşîn, berxwedanî û tevahî bedelên ku te daye îro bi serfirazî, serbilîndî û bi wêrektî dijîn.

We ji bo me pergalek bi bingeh ya ku bi fikir, raman, têkoşîn, berxwedanî û bi bedelên gelek giranbuha hatiye avakirin çêkiriye. Heval Sara, te di pîrtûka xwe de çiqasî xweş qala xwe kiriye. Di pîrtûka te de mirov vê yekê baş fêm dike ku, ger mirovek di armanca xwe de zelal be, bi hêvî û bi îdiaya serketinê tevbigere ti tiştek wê nikare pêşiya wê bibe asteng. Bi taybetî jî ew hêza jin a ji bo azadiyê têkoşîn dike di kîjan astê de ye mirov eşkere dibîne. 

Hevrê Sara, te bi xwe dema xwe ji xwe re diyar kiriye û bi xwe çarenûsa xwe jî bi destê xwe ava kiriye. Lê we bi vê yekê re jî ji bo tevahî jinên Kurd û yê cîhanê jî dema azadiyê diyar kiriye. Belê hevrê Sara hûn Rêber in, Rêberê xet û nasnameya jiyan û jina azad. Di saya têkoşîn û berxwedaniya te, xeta jina azad a di têkoşîn û berxwedaniyê de bi israr, bi wêrek, bi îdia, bi bawerî  û fedayî ava bûye. Xeta jina azad a ku di pêşengtiya jina Kurd de pêşketiye, berfireh dibe di roja me ya îro de, pêşengtî ji jinên cîhanê re dike. Ev yek encamê ked, berxwedanî û têkoşîna we de pêş ketiye. Ji ber vê yekê ye ku têkoşîn, berxwedanî û şerê te gerdûnî ye û gerdûnî bûye. Ger ku em tenê ji bo jina Kurd binirxîne wê demê em ê têkoşîn, berxwedanî û şerê we yê ji bo azadiyê teng bigrin dest û teng bikin. 

SEKNA HEVRÊ SARA BÛYE MALÊ TEVAHÎ CIVAKÊ

Sekna hevrê Sara, sekna jina azad a bi biryardarî û îradeyek azad, bi îdiaya serketinê têdikoşe û serketinê bi xwe re çêdike ye. Berxwedaniya hevrê Sara ya ku li girtîgeha Amedê da meşandin mirov dikare weke şerê xweda û xwedawendan binirxîne. Xwedawenda li hemberî pergal û hişmendiya baviksalarî şer dike û têkoşîn dike. Hema demê hevrê Sara bi wêrektiyeke pir mezin tif li rûyê Esat Oktay dike. Esat Oktay, yek ji nûnerê pergala baviksalarî ye. Ew temsîliyeta pergal û hişmendiya baviksalarî ye. Hevrê Sara bi wêrektî, serfirazî û serketî li dijî pergala baviksalarî û hişmendiya zilamserweriyê derdikeve. Li vê derê mirov bi awayekî vekirî şerê xwedawend a ku li hemberî xwedayê ku dixwaze xeta îxanet, teslîmiyet, şikandina îradeya azad, fikr û rihê azad radest bigre dibîne.

Pêwîste em weke hevrê Sara bijîn. Rast jiyankirinê de bi biryar bin. Weke hevrê Sara fêm bikin, hîs bikin, têkoşîn û berxwedanê bimeşînin û ya herî girîng jî li hemberî hemû cûrê zext û tepisandina îradeya jinê şer bikin.  Çawa ku hevrê Sara di tevahî jiyana xwe de, têkoşîn, berxwedanî û şerê xwe de yek deqe jî dudil nebû, her tim bi moral, coş, heyecan û bi eşqekê mezin beşdarî jiyan û xebatan bûye em jî heman bîr û baweriyê kesayet û jiyana xwe bi rêxistin bikin. Hevrê Sara, şerê te, têkoşîn û berxwedaniya te bi awayekî gelek serketî didome. Heya ku em azadiyê bi serketinê tacîdar nekin, bi Rêber APO re di şertên azad de, bi serketina azadiya têkoşîna me em nejîn wê her tim şerê me berdewam bike. 

Heval Sara, weke ku hûn jî dibêjin, em jiyanek bê şer, bê têkoşîn û bêberxwedanî nafikrin. Belê heval Sara, em mînetdariya xwe li hember we û tevahî hevalên şehîd didin diyarkirin.