Taşdemîr: Di 16’ê Nîsanê de em ê mizgîniya jiyana nû bidin

Berdevka Meclîsa Jinê û Parlementera HDP’ê Taşdemîr got ku di 16’ê Nîsanê de bi berxwedanê em ê jiyana nû ava bikin.

Berdevka Meclîsa Jinê û Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ligel Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Fatma Kûrtûlan, Wekîlê Serokên Komê Ahmet Yildirim, Alîkara Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek û Parlementerê Stenbolê Erdal Ataş li Dêrsimê beşdarî hevdîtina bi gel re bû û li vê derê axivî.

Taşdemîr di axaftina xwe de qala van tiştan kir:

“Li vê derê divê 2 kesên din jî hebûna. Hevşaredarên me Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl. Em ji vê derê silavên xwe ji wan re dişînin.

Duh serokwezîr got, şaredariya min ji destê min stendin û xwe mexdûr da nîşandan. Lê wî bi xwe dest danî ser 80 şaredariyan, Hevserokên 35 şaredariyan avêt girtîgehê. Em ji Dêrsimê bangî wî dikin, dev ji vê mexdûrbûnê berde, tu ne mazlûm î, tu zalim î zalim.

‘JI PIRTÛKÇEYA DÎKTATORIYÊ RE NA’

Dêrsimiyên hêja, di 16’ê Nîsanê de li jêr navê guherandina makezagonê wê referandûmek were kirin. Bawer bikin vê guherandina makezagonê tenê navê pirtûkçeya dîktatoriyê ye. Ev 18 xal wê makezagona darbeyê ya 82’yan jî di siya xwe de bihêle û wê rê û rêçikên dîktatoriyê bide nîşandan. Em jin, ciwan, kedkar, Elewî û Kurd em ê li qadan bibêjin na. Ji ber ku 90 sal in li vî welatî Kurd, jin, Elewî li her derê tune tên hesibandin. Niha jî ne navê Kurdan, ne yê Elewiyan û ne jî navê jinê di van guherînan de hene. Em rê nadin vî tiştî, em ê bibêjin NA.

‘EM JI VÊ REJÎMA LI DIJÎ JINAN RE DIBÊJIN NA’

Di têkoşîna me bi hezaran salan de dengê Zarîfe û şerê Sakîneyê heye.

Jinên hêja, dema qala vê referandûmê hate kirin, îtîraza pêşîn jinan kir. Cara pêşîn jin daketin qadan. Ji ber ku jin 15 sal in tarîtiya AKP’ê baş nas dikin, polîtîkayên li dijî jinê baş nas dikin. Çi dema ku wan devê xwe vekirin, ev bû şîddeta li ser jinan. Tu dev ji kuçe, mal û park û otobusan berde, li navenda meclîsê şîddet li ser jinan pêk anîn. Ji ber vê jî jin li her derê di nava berxwedanê de ne. Ev rejîm li dijî jinan e. Qedexe ye ku navê jinê jî tê de derbas bibe. Em jin li her derê, em ê ji vê rejîma yekzilamî re bibêjin na.

‘EM Ê BI HEV RE LI BER XWE BIDIN Û BI SER BIKEVIN’

Dêrsimiyên hêja, ji xwe bawer bin. Em ji xwe bawer in. Keda bi hezaran jinan di vê têkoşîna me ya bi hezaran salan de heye. Dengê Zarîfeyê heye, şerê Sakîneyê heye. Em li hemberî yekzilamiyê re gelek in, em ê zêdetir jî bibin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin. Di 16’ê Nîsanê de bi pêşengiya jinan em ê mizgîniya jiyaneke nû bidin û em ê teqez bi ser bikevin.”