Talankerê Şaredariya Artemêtanê dest bi firtona erd kiriye

Atîf Çîçeklî yên talanker ku Şaredariya Artemêtanê xiste nava deynan, dema ma bê pere qadên girêdayî şaredariyê dest bi firotina wê kir.

Qeymeqam Arif Çîçeklî yê Şaredariya Artemêtanê xistiye bin deynên mezin, li nêzî Taxa Mizgefta Berê du parçe erdên li qada 182 ji bo firotinê îlankiriye. Firotina erd li ser dezgehên weşanê yê ilan.gov.tr a hemû îlanên dewletê parve dike jî hatiye ragihandin. Piştî îlanê wê 24’ê Îlona 2018’an bi mezahê dest bi firotina wê bê kirin. Li gorî wê kîjan kes an kesan pereyek baş bide wê bigire.

Çîçeklî yê talanker ê ku baş dizane ku wê di hilbijartinên herêmî ya sala 2019’an de şaredariya Artemêtanê bikeve destê HDP’yiyan, hewl dide ku şaredariyê bi awayê kavil radestî wan bike.Çîçeklî, di hilbijartina 24’ê Hezîranê ya ku HDP’ê li navçeyê ji sedî 60’ê dengan bi dest xistibû ji bo gel gotibûn ‘nemerd’