TAJÊ sê jinên têkoşer bi bîr anî

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê ji ber salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand û damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz û têkoşerên jin Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anî.

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) ji ber salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand û damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz û têkoşerên jin Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anî.

Di daxuyaniya TAJÊ de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di meha Çile de windahiyên mezin û bi nirx ji bo tevgera azadiya jinên Kurdistanê pêk hatin. Di 9’ê Çileya 2013’an de sê şoreşger, rêheval û têkoşêren azadiyê bi komployeke hêzên hegemon ve hatin qetilkirin.

Rêheval Sara di destpêka avakirina tevgera azadiyê de û heta roja şehadetê bi kedeke mezin, ji bo gelê Kurd, gelên bindest, jina Kurd û hemû jinên cîhanê têkoşiya. Bi berxwedanedekedîrokî û bi sekneke şoreşgerî di pêvajoya zindana Amedê de weke jineke têkoşer deng veda. Rêheval Sara bû hevî û sembola jinên azad. Bi deh hezaran jinên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi berxwedana rêheval Sara bi bandor bûn û berê xwe dan nav refên azadiyê. Bi vî awayî nirxên giranbiha û bingeha tevgera jina Kurd ava bû. Xeta Sara bû xeta berxwedanê, xeta azadiyê û xeta tolhildanê.

Hevala Fîdan û Leyla bi seknên xwe ên têkoşer û şoreşger heta dawî xeta azadiya jin bilind kirin û nirxen jina azad parastin.

Em Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê em xeta wan hevala ji bo xwe esas digirin. Xeta Sarayan xeta jinên Êzîdî ye. Ji ber ku ew hezên hegemon ku bûne sedema şahadeta sê jinên şoreşger, di heman demê de ji vê komkujiyê jî berpirsiyar in. Di heman demê de îro hêzen ku dixwazin êrîşe li ser destkeftiyên Rojava û Şengalê jî bikin heman hêz in.

Jinên Êzidî îro li ser esase xeta Sarayan bûye xwedî vîn. Di nav refên YJŞ û Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê jinên Êzîdî bi rexistin bûne. Li ser vî esasê em salvegera şahadeta sê şoreşgeran bi bîr tinîn û em dubarê dibejin ku xeta Sarayan, Fîdanan û Leylayan xeta jina azad e, xeta jinên Êzidî ye.

Em bang li hemû gelên azadîxwaz û jinan dikin ku li têkoşîn û berxwedana sê jinên şoreşger xwedî derkevin. Bi rihê tekoşîn û berwedanê jinê, ji bo tecrîda li ser Rêber Ocalan hilweşînîn bi pêşengiya Leyla Guven berxwedaneke mezin derket holê. Em di vê baweriye de ne ku em gelên azadîxwaz û jinên têkoşer, em ê li derdora vê berxwedanê kom bibin û em ê xwedî li tekoşîna Sarayan derkevin.”