BI DÎMEN

Suryaniyên Mêrdînê: Bi sedan sedemên me hene ji bo em bêjin 'NA'

Li bajarê Mêrdînê ku hem ji aliyê baweriyan, hem jî ji aliyê etnîkî ve bajarekî pir rengî ye, gelê Suryanî jî da xuyakirin, ku ew ê li ber 'rejîma şexsekî' rabin û di referandûmê de dengê 'NA' bidin.

Li bajarê Mêrdînê ku hem ji aliyê baweriyan, hem jî ji aliyê etnîkî ve bajarekî pir rengî ye, gelê Suryanî jî da xuyakirin, ku ew ê li ber 'rejîma şexsekî' rabin û di referandûmê de dengê 'NA' bidin.

AKYOL: BI DENGÊ NA RE WÊ HEMÛ GEL Û BAWERÎ BI SER BIKEVIN

Ji Suryaniyên Mêrdînê Samî Akyol da xuyakirin, ku dengê 'NA' yê di referandûmê de bê dayîn wê welêt bixe ser rêya demokrasiyê û got, "Ji ber ku li dijî zîhniyeta yekarêz im, weke Suryaniyekî ez ê jî di referandûmê de dengê 'NA' bidim. Li welatê me mirovên ji gelek ol û nîjadên cuda dijîn. Em dixwazin bi çand û ola xwe bijîn. Rast nabînim ku welatê me ji aliyê şexsekî ve bê birêvebirin. Divê hiqûq, aborî, siberoja welêt û gelên li welêt dijîn radestî mirovekî neyên kirin. Mirov dikarin taliya Osmaniyan weke mînakekê nîşan bidin. Em dixwazin êdî welatê me demokratîk bibe. Em dixwazin mirovên me yên rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û profesorên ji ber nêrîna xwe ya azad hatine girtin, bên berdan. Em dixwazin aramî û aboriya welatê me sererast bibe. Dengê 'NA' yê di vê referandûmê de bê dayîn wê welêt bixe ser rêya demokrasiyê û eger welat demokratîk bibe, wê hemû gel û bawerî bi ser bikevin. Ji ber vê yekê dibêjim 'NA' û li bendê me ku hemû Suryanî dengê 'NA' bidin. Ji bo ku di vê referandûmê de dengê 'NA' bi ser bikeve, çi ji destê min bê, ez ê bikim."

GABRÎEL: WEKE JINEKE SURYANÎ DIBÊJIM NA

Welatiya Suryanî Dîba Gabrîel da xuyakirin, ku ji ber ne Misilman e, gelek zext û zordarî li wan hatine kirin û got, "Ji bo aştî bê welatê me û herêma me, ez ê jî dengê 'NA' bidim. Heta niha ti mûçe ji alimên me yên olî re nehatiye dayîn. Em baca xwe didin, zarokên xwe dişînin leşkeriyê. Ji ber ku zarokên me ne Misilman in, li leşkeriyê çekê jî nadin destê wan. Qet ji bîra min naçe; kekê min ê mezin ji ber şîdeta ku li leşkeriyê lê hat kirin, diran di devê wî de nema bûn û bi vî rengî vegeriya bû malê. Gelek êşên bi vî rengî heye, ku dikarin bên nîşandan. Ji ber van kirinan, weke jineke Suryanî ez ê di referandûmê de dengê 'NA' bidim û ji bo dengê 'NA' bi ser bikeve ez ê heta kêliya dawî jî têbikoşim."

ÎLERÎ: LI DIJÎ REJÎM Û ŞERÎATÊ EZ Ê BÊJIM 'NA'

Alî Îlerî jî bal kişand ser êşên ku gelên li welatên bi rejîm û şerîatê tên birêvebirin dikişînin û desnîşan kir, ku ji ber vê yekê ew ê di referandûmê de dengê 'NA' bide. Alî Îlerî got, "Ez welatiyê Tirkiyeyê me, lê nasnameya min a etnîkî Tirk nîne. Ji ber pîşeyê xwe ez li tevahiya Rojhilata Navîn geriyam. Li welatên Iraq û Sûriyeyê yên ji aliyê şexsekî ve hatin birêvebirin, li Erebîstana Siûdî ya bi şerîatê tê birêvebirin, min gelek mirov dît ku serê wan hat jêkirin û gelek mexdûr bûn. Em rewşa Iraq û Sûriyeyê yên ji aliyê şexsekî ve dihat birêvebirin, dibînin. Ji ber vê yekê, ji bo siberoja zarok û ciwanên me dibêjim 'NA'. Ji bo di vê referandûmê de dengê 'NA' bi ser bikeve, çi ji destê min tê ez ê bikim."