Surgut: Wê nikaribin li ber berxwedanê rawestin!

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 81'ê de ye. Ji berxwedêran Surgut got, "Dewleta Tirk di dema xwe ya herî qels de ye. Eger ev berxwedan bi biryardarî bidome wê nikaribin li ber me bisekinin."

14 berxwedêrên ku 17'ê Kanûna 2018'an li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, 81 roj in çalakiya xwe diomînin.

Çalakgerên ku rewşa wan a tenduristiyê li asteke krîtîk e, destnîşan dikin ku dewleta Tirk li pêşberî berxwedana wan tengav bûye.

Ji berxwedêran Denîz Surgut diyar kir, faşîzma AKP'ê dema ku hewl dide xwe bi rengekî tund û biryardar nîşan bide, tê wê wateyê ku di dema xwe ya herî qels de ye.

Surgut ji Stêrk TV û ANF'ê re axivî û got, "Carna tê gotin, 'Berxwedan demeke dirêj e dewam dike, lê dijmin heta niha gavek neavêtiye'. Ya jî tê gotin, 'Wê heta kengî bi vî rengî bidome'. Tiştên wiha tên gotin. Dibe ku pêwîstî bi bersivekê ji van gotinan hebe. Beriya her tiştî dijmin mîna bendavekê ye. Dibe ku dixwaze xwe hişk û qewîn nîşan bide. Lê em zanin, dema ku kulek tê de vebû, ew bendav nikare li ber avê bisekine û parçe parçe dibe. Ji ber vê yekê divê bi rengekî bê eman têkoşîn bê dayin."

'EGER BERXWEDAN NEBE, 100 SAL JÎ DERBAS BIBE WÊ DESTÛRA HEVDÎTINÊ NEDIN'

Surgut anî ziman, dewleta Tirk piştî ku li pêşberî xwedanê bêçare ma, du gavên taktîkî avêt; kir ku Mehmet Ocalan bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bike û di roja 79'an de Leyla Guven serbest berda. Surgut got, "Ev her du gav bêçaretiya dewleta Tirk nîşan dide. Bêguman di vir de lîstikeke şerê qirêj hebû û me jî bi dewamkirina bersiva vê yekê dan. Lê belê karakterê dewleta Tirk welê ye ku eger bi berxwedanê tengav nebe, 100 sal jî derbas bibe wê destûra hevdîtinê nede. Lewma ev yek serketina berxwedanê ye."

'DEWLETA TIRK JI HER DEMÊ BÊHTIR QELS E'

Surgut diyar kir, dewleta Tirk li gel propagandaya ku dike ji her demê bêhtir qels e û wiha dewam kir: "Siyaseta xwe ya navneteweyî têk çûye; aborî têk çûye, ji aliyê leşkerî ve li pêşberî şervanên azadiyê têk çûye. Tenê ev heye: bi nixumandinê hewl dide xwe bi hêz nîşan bide. Divê gelê me baş zanibe ku êdî hêza wan nemaye. Di dema xwe ya herî qels de ne. Eger ev berxwedan bi biryardarî dewam bike, wê nikaribin li ber bisekinin. Karakterê berxwedanê yê dewleta Tirk nîne."

Denîz Surgut anî ziman, ev yek nîşan dide ku serketina berxwedana li dijî tecrîdê nêz e û got, "Divê gelê me zanibe ku xwegihandina Rêber Apo nêz e."

Surgut ji ciwanên Kurd bi taybetî jinên ciwan xwest ku di vê demê de bi rola xwe rabin û bi çalakiyên cihê reng têkşînê mezin bikin.

'ÊDÎ EV AGIR VENAMIRE'

Surgut destnîşan kir, roj roja têkoşînê ye û bang li her kesî kir ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev bicivin. Surgut diyar kir, serketina gelê Kurd teqez e û anî ziman, gel têkçûnê qebûl nake. Surgut got, "Çirûska ku Mazlûm Dogan bi sê darikên niftikê pê xist, bûye agirekî ku êdî venamire."