Sûcên ku ITC'ê li Başûrê Kurdistanê kiriye

Eniya Tirkmen a Iraqê ku ji aliyê MÎT'ê ve hatiye avakirin, bi êrîşên xwe yên li djî Kurdên li Xurmatû, Daqûq û Kerkûkê tê naskirin.

Komên çekdar ên ser bi Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC), piştî êrîşên artêşa Iraqê û Heşdî Şabî yên li axa Başûrê Kurdistanê, sûcên li hemberî Kurdan dike didomîne.

ITC, sala 1997'an bi desteka MÎT'ê ji aliyê hin komên Tirkmen ên Sûnî ve li Hewlêrê hate avakirin. Sala 2014'an li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Telafer û Kerkûkê li ber xwe neda, reviya û xwe li pêşmergeyan girt. Endamên ITC'ê, ku Erşad Salihî serkêşiyê ji wan re dike, li gelek cihan malên Tirkmenên Şîa talan kiribûn.

Di operasyona artêşa Iraqê û Heşdî Şabî ya ji bo rizgarkirina Telaferê de, ku Tebaxa 2017'an dan destpêkirin, çekdarên ITC jî ji ber nêzîhevbûna Tirkiye û Îranê, di bin sîwana Esayîb El Hak a Heşdî Şabî de cih girtin, ku nêzî Îranê ne. Erşad Salihî û yên pê re, piştî girtina Telaferê çûbû bajêr û ala xwe li parkeke zarokan a li bajêr çikandibûn.

Çekdarên ITC'ê ku di bin sîwana Esayîb El Hak a bi serkêşiya Qeys El Xezalî tevdigere cih digirin, piştî êrîşa 16'ê Cotmehê li Xurmatû, Daqûq, Kerkûk û gelek cihên din êrîşî Kurdan kirin.

GUNEHÊN ITC'Ê

RojNewsê çend ji gunehê ITC'ê berhev kir:

* Roja 18'ê Gulanê, dema ku ciwanan ji bo destekkirina referandûmê li Kerkûkê xwepêşandan li dar xistin, ji avahiya ITC'ê gule li konvoya wan hate reşandin. Ji ber vê êrîşê ciwanê bi navê Raîd Ebdulqadir Ebrûrahman jiyana xwe ji dest da, 5 ciwan jî birîndar bûn.

* Roja referandûmê li Xurmatûyê, ji ber çekdarên Eniya Tirkmen a Iraqê gule reşandin, pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da, pêşmergeyek jî birîndar bû.

* Di êrîşên 16'ê Cotmehê de, li taxên Eskerî û Cûmhûrî yên Xurmatûyê, malên Kurdan ên berê işaret li deriyên wan hatibû danîn, hatin talankirin.

* Li gorî şahidan, çeteyên ITC'ê avêtin ser mala malbateke Kurd a li Xurmatûyê û hewl dan dest biavêjin 3 xwişkên ciwan. Lê belê komên din ên Heşdî Şabî dest li wan werdan û ji ber vê yekê nekarî dest biavêjin.

* Êrîş li avahiya YNK'ê ya li Xurmatû hate kirin. Di êrîşê de 15 pêşmerge û xwebexş hatin kuştin. Piraniya wan jî hatin serjêkirin.

* Hogir Baran ê PKK'yî yê li Daqûqê hate girtin, li ser Pira Osmanî hate înfazkirin.

* Avahiyên Tevgera Azadî yên li Xurmatû, Daqûq û Kerkûkê hatin şewitandin û heqaret li nirxên li vê derê hate kirin.

* Li Keleha Kerkûkê û gelek herêman, ala Başûrê Kurdistanê hate danîn û endamên ITC'ê pê li alê kirin.

* Peykerekî pêşmergeyan ê li ser rêya Kerkûk-Hewlêrê ji aliyê endamên ITC'ê ve hate şewitandin. Endamên ITC'ê hewl dan peyker bi temamî xerabikin û bi destwerdana polîsên Iraqê re nekarîn hilweşînin.

* Derwêşxaneya dîrokî ya li taxa Pence Elî ya Kerkûkê ji aliyê ITC'ê ve hate xerakirin, eşyayên tê de hatin talankirin û ala Tirkmenan lê hate daliqandin.

* Li taxên Rehîmawa, Kerama, Pence Elî û gelek taxên din ên Kurdan ên Kerkûkê, avahiyên nûnertiya partiyên siyasî hatin talankirin.

ÇAWA AVA BÛ?

Piştî ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di 31'ê Tebaxa 1996'an de bi rêya tankên Saddam Huseyîn, Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) ji Hewlêrê derxist û Gulana 1997'an li Hewlêrê zêdeyî 80 birîndarên PKK'yî kuşt, MÎT'ê di Cotmeha sala 1997'an de li Hewlêrê 1. Civata Giştî ya Tirkmen pêk anî û ITC ava kir. Navê ITC'ê sala 2003'an di teqînên li Kerkûkê û sala 2007'an jî di komkujiya li Şengalê de derbas bûbû.