Strana HDP'ê 'Bêjin NA' li tevayi Tirkiyeyê hat qedexekirin

Dadweriya Cezayê Sûlhê a Mêrsinê, strana HDP'ê ya 'Bêjin NA' ya ji bo referandûmê li tevayiya Tirkiyeyê qedexe kir.

Di birayarê de hat diyarkirin ku gotinên stranê yên "Na Na, ji yek alê re Na, Na Na ji yek netewê re Na, Na Na ji yek zimanî re Na" li dijî Destûra Bingehîne.

Strana HDP'ê ya referandûmê "Bêjin Na" a ji aliyê hunermend Seyda Perînçek ve hat amadekirin, pêşî li hin bajaran hatibû qedexekirin, lê niha bi biryara 2. Dadweriya Cezayê Sûlhê ya Mêrsînê, stran li tevahiya Tirkiyeyê hat qedexekirin. Dadweriyê di biryara xwe de diyar kir ku stran li dijî 3 madeyên eweil ên Destûra Bingehîne û wiha îdia kir: "Gel ber bi kîn û dijminatiyê v etehrîk dike." Her wiha di birayarê de hat diyarkirin ku gotinên stranê yên "Na Na, ji yek alê re Na, Na Na ji yek netewê re Na, Na Na ji yek zimanî re Na" li dijî Qanûna Bingehîne

Dadweriyê ji HDP'yên navçe û bajaran re teblîgatek şand û ragihand ku li temamiya Tirkiyeyê stran hatiye qedexekirin.