Soylû her ku tê Wanê endamên HDP û DBP’ê tên girtin

Her ku Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû tê Wanê, li dijî HDP û DBP’ê serdegirtin pêk tê.

Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû ji dema ku bûye wezîr 8 caran hatiye Wanê. Lê her dem, beriya ku ew were Wanê li dijî HDP û DBP’ê serdegirtin pêk tê.

PIŞTÎ SOYLÛ 150 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Piştî hatinên Soylû her carê polîsan avêtin ser avahiyên HDP û DBP’ê û gelek kes binçav kirin û gelek kes hatin girtin. Bi giştî 150 kes hatine binçavkirin.

Soylû di 13’ê Cotmeha 2016’an de hat Wanê û polîsan avêt ser avahiyên HDP û DBP’ê. Li vê derê 70 kes hatin binçavkirin.

Di 22’ê Adarê de polîsan avêtin ser avahiyên HDP û DBP’ê yên li Erdîşê. Li vê derê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin.

Di Îlona 2016’an de dema ku Soylû hat Wanê kesek li avahiya HDP’ê ya Wanê hate binçavkirin.

Di 22’ê Adara 2017’an de jî, di operasyonan de 17 kes hatin binçavkirin.

Di 8’ê Kanûna 2016’an de jî 30 siyasetmedar di 21’ê Kanûnê de hatin binçavkirin.

JI BO CIVÎNA ‘EWLEKARIYÊ’ DÎSA LI WANÊ YE

Soylû duh ji bo ‘Civîna Nirxandina Ewlekarî û Têkoşîna li Dijî Terorê ya Wanê’ hate bajêr. Fermandarê Giştî yê Artêşê Arîf Çetîn û Gerînendeyê Giştî yê Emniyetê Selamî Altinolûk jî beşdarî civînê dibin. Wisa diyar e ku wê piştî serdanan Soylû li Wanê operasyonên qirkirina siyasî pêk werin.