Sosreta otopsiyê: Gelo çeteyên DAIŞ’ê yên qetlîamker diparêzin?
Negihiştina rapora otopsiyê ya plansazên qetlaman ên çeteyên DAIŞ’ê Yûnûs Dûrmaz û Kadîr Cebael, pirsa ‘Gelo nemirine’ dixe rojevê.
Negihiştina rapora otopsiyê ya plansazên qetlaman ên çeteyên DAIŞ’ê Yûnûs Dûrmaz û Kadîr Cebael, pirsa ‘Gelo nemirine’ dixe rojevê.
Gumanên têkildarî kuştina Mehmet Kadîr Cebael ê di asta jor de endamê DAIŞ’ê ku di operasyona 16’ê Cotmeha 2016’an hate kuştin û serçeteyê DAIŞ’yê yê bi navê Yûnûs Dûrmaz ê ku 20’ê Gulana 2016’an de xwe teqandibû, ji aliyê Emniyeta Dîlokê ve hatibû ragihandin, zêde dibin.
Li gorî nûçeya Bîrgunê, bi ti awayî Serdozgerî nikare xwe bigihîne rapora otopsiyê ya ku ji eniyetê daxwaz dike. Tevî îsrara daxwaza otopsiyê ya parêzerên Doza Qetlîama Enqerê jî, neşandina rapora otopsiyê ya ji aliyê emniyetê ve, pirsa gelo “Bi rastî jî mirine; yan jî tên parastin” derdikeve pêşiya me.
BERSIVA EMNIYETÊ: ME NEDÎT
Di bersiva emniyetê ji bo Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê re şandî de, derket holê ku rapora otopsiyê nehatiye dîtin.
Ji parêzerên Doza Qetlîama Enqerê jî Îlke Işik jî wiha got: “Nedayina belgeyê pirsa ‘Gelo nehatine kuştin’ dixe rojevê.”