SMJÊ: Rojbûna Ocalan rojbûna hemû mirovahiyê ye

SMJÊ, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di serî de li gelên bindest, hemû jinên cîhanê û bitaybet jinên li ser xaka Kurdistanê pîroz kir.

Siwana Meclise Jinên Êzidî (SMJÊ), bi daxuyaniyekê 68’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û vê rojê mîna rojbûna mirovahiyê bi nav kir.

Siwana Meclise Jinên Êzidî diyar kir ku roja jidaryîkbûna Ocalan a sala 1949’an a li gundê Amara ya navçeya Xelfetî ya Rihayê mîna jidayîkbûna jinên Kurd dibînîn.

SMJÊ di dewama daxuyaniya xwe wiha got:

“Birêz Abdullah Ocalan, bi ked û tekoşina 40 sali, di Rojhilata Navin de û bi taybet, di jiyana jinê de guhertinêk layîqî mirovahiye û jinê pek anî.

Cawa, ji bo Mesihiya, H.Z Îsa ji bo gelç Misilman, H.Z Mehemed Piroz û bi wate ye, ewqas ji bo mirovahiye û bi taybet ji bo me jina, fikir û felsefeya jiyana azad a Birêz Abdullah Öcalan bi wateya.

Em wekjJinên Êzidi, mîna çira di tarîtiyê de bigrin û ber bi ronahiye ve bimeşe, pênase kir. Birêz Abdullah Öcalan, bi ked û xebate xwe, jin, ji nava çar diwarên malê, azad kir û kir pêşeng.

Îro jin, çi li eniyên şer li dijî dijminên hov ên mîna DAIŞ’ê û çi di asta siyasî de pêşengtiyê ji şoreşê re dike. Bi saya fesefe û raman Ocalan jinê cihê xwe di her qadê de girt.

Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em weke Sêwana Meclîsa Jinên Êzidî qet ranawestîn, em ê têkoşîna xwe xurt bikin û dîwarên Îmraliyê hilweşînin.

Dubare rojbûna Rêberê Gelê Kurd li hemû mirovahiyê û taybet li jinan pîroz be.

Bi hêviya rojbûna tê, di sala 2018’an de li ser Çiyayê Şengala Azad em ê bi hev re pîroz bikin rojbûna te Ey Serok.”