Siyasetmedarên Swîsreyê: Di Newrozê de wê berxwedana Kurdan bi ser bikeve
Bi hezaran kesan li Swîsreyê bi coş Newroz pîroz kirin, gelek siyasetmedarên payedar ên Swîsreyê diyar kirin ku, ew li ba berxwedana azadiyê ya gelê Kurd in.
Bi hezaran kesan li Swîsreyê bi coş Newroz pîroz kirin, gelek siyasetmedarên payedar ên Swîsreyê diyar kirin ku, ew li ba berxwedana azadiyê ya gelê Kurd in.
Bi hezaran Kurd û dostên wan ên ku bi pêşengiya Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swîsreyê û Tevgera Jinên Swîsreyê bi coş Newroz pîroz kirin. Newroza ku li navenda forûmê ya bajarê Fribourgê ya Swîsreyê hate pîroz kirin, ji bo silavkirina berxwedana azadiyê ya gelê Kurd, gelek siyasetmedarên payedar jî beşdar bûn.
Kurdistanî û dostên wan ên ku di destê sibehê de berê xwe dan bajarê Fribourgê ya ku wê Newroz lê were pîroz kirin, dîmenên rengîn derxistin holê. Eywana ku çalakî lê hatine kirin jî bi wêneyên Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ê kadroyên damezirîner ê PKK’ê Mazlum Doğan û Sakine Cansiz, ên şoreşgerên ku di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane, bi alên PKK’ê, KCK’ê û YPG’ê hatin xemilandin.
SIYASETMEDARÊN SWÎSREYÊ JÎ LI NEWROZÊ BÛN
Hatip Dicle, Wekîlê Serokê Koma Keskan a Swîsreyê Balthasar Glaettli, Parlementera Federal a Keskan a Swîsreyê Sibel Arslan, Parlementerê Kantona Bernê ya Keskan Haşim Sancar, li ser navê Pira Biratiyê ya Amed-Zürihê Urs Sekinger, Parlementera Federal a Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Ursula Scheinder Schüttel, li ser navê Solitarité Swîsreyê Chloé Bapst û Dimitri Paratte, Parlementerên Kantona Baselê ya Partiya Sosyalîst Mustafa Atıcı û Edibe Gölgeli, Parlementera Kantona Fribourgê ya Keskan Maria Garnier û Wezîrê Jîngehê yê Partiya Sosyalîst a Fribourgê Jean-Francois Steiert beşdar bûn û Şaredarê Partiya Sosyalîst ê Fribourgê Thierry Steiert jî peyamek şand.
Dostê Kurdan û serokê têkoşîna li hemberî penceşêrê ya ku cîhan wî baş nas dike Prof. Dr. Franko Cavalli jî beşdar bû.
EM Ê BI SER BIKEVIN
Piştî rêzgirtinê, Newrozê bi axaftina Hevserokên Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swîsreyê Metin Tekçe û Fatma Maturê dest pê kir. Girseyê bênavber slogana ‘Em ê bi ser bikevin’ qîriya. Di Newrozê de ya ku ji heft saliyan heta heftê saliyan her kes beşdar bûn, peyam hate dayîn ku divê di 16’ê Nîsanê de rê li ber Erdoğan û AKP’ê were girtin.
ŞAREDARÊ FRİBOURGÊ: WÊ TEQEZ ROJEKÊ KURD BI SER BIKEVIN
Şaredarê Fribourgê Thierry Steiert peyamek şand Newrozê û berxwedana azadiyê ya gelê Kurd silav kir. Steitert ê ku bi pîrozkirina gelê Kurd û Tirk dest pê kir, peyama xwe wisa domand, “Gelê Kurd di têkoşîna xwe de wê teqez rojekê bi ser bikeve û wê çaxê agirê Newrozê wê ne bi tenê li welatên Ewrûpayê, wê li cîhanê jî bibe sembola azadî û aştiyê.”
CAVALLI: WEKÎ WÎETNAMÊ WÊ KURD JÎ BI SER BIKEVIN
Dostê Kurdan û Serokê têkoşîna li hemberî penceşêrê Prof. Dr. Franko Cavalli jî bi silavkirina berxwedana azadiyê ya gelê Kurd dest bi axaftinê kir. Cavalli ji aliyê gelên cîhanê qala berxwedana azadiyê ya Kurdan kir û got, “Çawa ku Wîetnam li hemberî DYE’yê bi berxwedanê bi ser ket, wê Kurd jî bi ser bikevin.”
PARTIYA KESKAN: JI BO DAHATUYÊ TIRKIYEYÊ, DIVÊ MIROV BIBÊJE NA
Parlementerê Federal ê Wekîlê Serokê Partiya Keskan a Swîsreyê ye Balthasar Glaettli jî di Newrozê de axivî û bal bir ser Erdoğan ê ku împaratoriya tirsê ava kiriye. Glaettli referandûma di 16’ê Nîsanê de bi bîr xist û bang kir ku divê gelên Tirkiyeyê ji bo dahatûya Tirkiyeyê bibêjin ‘Na’.
PARTIYA SOSYALÎST: DIVÊ HEVGIRTINA BI KURDAN RE XURTTIR BIBE
Parlementera Federal Ursula Scheinder Schüttel a ku li ser navê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê, bi rexnekirina tund a polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê dest bi axaftinê kir. Schüttel bal bir ser vî tiştî ku roj bi roj li Tirkiyeyê binpêkirina mafan zêdetir dibe û diyar kir ku divê hevgirtina bi Kurdan re xurttir bibe. Li hemberî pergala ku Erdoğan dixwaze ava bike, gazî her kesî kir ku divê bibêjin ‘Na’.
WÊ BERXWEDANA AZADIYÊ YA KURDAN BIGIHÊJE SERFIRAZIYÊ
Gelek parlementerên Swîsreyî yên ku beşdarî Newrozê bûn, diyar kirin ku mirov nikare polîtîkayên dewleta Tirk qebûl bike. Siyasetmedaran destnîşan kirin ku, wê berxwedana azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bigihêje serfiraziyê û bang kirin ku hevgirtina bi Kurdan re xurttir bikin. Di heman demê de parlementeran gazî gelên Tirkiyeyê kirin ku di 16’ê Nîsanê de dengê ‘Na’ bidin.
HATİP DİCLE: WÊ DEHAQ TÊK BIÇIN
Hatip Dicle yê ku siyasetmedarekî girîng ê siyaseta Kurdan e jî, di axaftina xwe de bi kurtasî qala Newrozê kir. Hatip Dicle got ku, “Kesên ku tiştek ji dîrokê fêm nekirine û hewl didin destkeftiyên Kurdan tune bikin wê wekî Dehaq, Sedam û Hîtler têk biçin.” Dicle li hemberî daxwaza Erdoğan a ku dixwaze bibe Dehaq bangî her kesî kir ku, di referandûmê de dengê ‘Na’ bidin û dema gel çûn ser sindoqan divê Cizîr, Sûr, Nisêbîn û kesên ku bi saxî hatin şewitandin, ji bîr nekin.
Piştî axaftinan, Pîrozbahiya Newrozê bi stran û govendê domiya.