Siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan hate bîranîn

Siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan,  di 11’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bîranîn.

Parlemeterê berê yê Partiya Demokrasî (DEP) Orhan Dogan ê dema 24’ê Hezîrana 2007’an li navçeya Bazîd a Agiriyê di Festîvala Çand û Tûrîzmê ya Ehemedê Xanê de daxivî ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da, di 11’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Asrî ya li navçeya Cizîr a Şirnexê hate bîranîn. Li gel malbata Dogan, parlementerên HDP’ê Hasan Ozguneş, Nûran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz û li gel parêzerên Buroya Şirnex, rêveberên HDP’ê û BDP’ê û gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Piştî dûayên hatin kirin û şûnde qurnefîl li ser gorê hatin danîn. Hevserokê HDP’ê Zekî Îrmez ê li vir axaftinek kurt kir, bibîr xist ku Dogan ti carî serî li ber polîtîkayên zextê netewand, têkoşîn kir.