Siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî li ser gora xwe hate bîranîn

Siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî di savlegera 8'an a wefata xwe de li ser gora xwe hate bîranîn.

Siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî ku di 25'ê Kanûna 2012'an de li Enqereyê di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da, di salvegera 8'an a wefata xwe de li Goristana Asrî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê li ser gora xwe hate bîranîn.

Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş, Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî, rêveberên bajar û navçeyan ên HDP'ê yên Şirnexê, malbata Elçî û hezkiriyên wî tevlî merasîmê bûn.

Nûşîrevan Elçî li ser gora Elçî axivî û diyar kir ku Şerafettîn Elçî ne tenê ferdekî malbata Elçî bû yê tevahiya gelê Kurd bû.

Hasan Ozguneş jî diyar kir ku Elçî ji ber berdêlên di oxira têkoşîna gelê Kurd de da "şehîdê azadiyê" ye û got, "Ji zarokatiyê ve têdikoşiya. Gelek caran hate destgîrkirin û girtin."

Ozguneş got, "Armanca xwe pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan bû. Ji bo pêkanîna vê armanca Elçî em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Elçî bi têkoşîna xwe rêya me ronî kir. Em jî yên li pey wî mane, têkoşîna xwe heta yekîtiyê dewam bikin."