Sîxurtî bi 'vexwendina vexwarina çayê' tê ferzkirin!

Tîma ku bang li rêveberên HDP'ê kir ku biçin qereqolê û xwe weke 'yekîneya îstîxbaratê' da naskirin, li Şirnexê û navçeyên wê sîxurî li 2 hezar kesî ferz kirin.

Ev demeke li Cizîrê kesên ku xwe wekî polîsan didin nasîn sîxurtiyê li gelek kesan ferz dikin. Herî dawî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 3 mehan de telefonî 2 hezar malbatî hatibû kirin û gef û sîxûrtî li wan hatibû ferzkirin. Yek ji van kesên ku bi ferzkirina sîxûrtiyê re rû bi rû mayî jî Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê yê Tifaqê Kurdistanî Îbrahîm Kaya ye. Kaya, anî ziman ku ew ê gilî bike û got, ew ê li ber van polîtîkayan serê xwe netewînin. 
 
'GER TU NEYÊ EM Ê JIYANÊ LI TE TARÎ BIKIN' 

Kaya, anî ziman ku 10 roj berê 3 kesan pêşiya wî biriye û xwe wekî polîsan dane naskirin. Kaya got: "3 kesan pêşiya min girt û ji min re got in, 'Em biçin malê' û ez dam ber pirsan. Ji min re gotin di dema qedexeya derketina kolanan de, te li noqteya polîsan nobed girtiye. Pişt re gotin, te bi çekê çalakî pêk anî ne. Min ji wan re got,' Hûn bêbextiyê dikin.' Pişt re ew tiştên ku li min ferz kirin, min qebûl nekirin. Ji min re gotin, ew tiştên ku em dibêjin ger ku tu qebûl nekî em ê jiyanê li te reş bikin. Ji min re gotin, em muhletê didin te û tu dikarî heta mehekê jî bifikirî. Min ji wan re got, tiştekî ku ez li ser bifikirim tune ye. Min got, ew tiştê ku min nekirî hûn nikarin li min ferz bikin. Min li hemberî gotinên wan serê xwe netewand. Pişt re ji min re gotin 'Tu çima diçî HDP'ê, li wir çi heye û tu li wir çi dibinî?' Min ji wan re got 'Ez li HDP'ê rastiyê dibînim.' Pişt re pirsa 'Kî tê wê derê û çima tên wê derê ?' kirin û sîxûrtî li min ferz kirin. Ji min re gotin ' Were bi me re bixebite, çi pêdiviyên te hebin em ê peyda bikin.' Min, daxwazên wan qebûl nekirin."
 
2 CARAN SÎXÛRTÎ LÊ HATIYE FERZKIRIN
 
Kaya, da zanîn ku ev du carin bi tiştekî werê re rû bi rû dimîne û got: "Piştî ku 5 roj li ser vê bûyerê derbas bûn, ez di kolanê de dimeşiyam. Dîsa bi erebyê pêşiya min girtin. Ji min re gotin, 'Em polîs in' û nasnameya min ji min standin. Ji min re gotinî li erebeyê siwar bibe, em biçin heya emniyetê. Min qebûl nekir û ez li erebeyê siwar nebûm. Min got, pirsgirêkek hebe, ez dikarim werim emniyetê. Ne hewce ye ku ez bi we re bêm emnîyetê. Pişt re çûn."
 
WÊ GILÎ BIKE 
 
Kaya, anî ziman ku dê biçe dozgeriyê û wê gilî bike. Kaya got: “Ev êrîşeke derûnî ye. Bila baş bizanin ku em li dijî van polîtîkayan serê xwe natewînin. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê têbikoşin. Me bikujin jî, winda jî bikin em ê heta dawiyê li gel gelê xwe bin."