Şîmşek: Têkbirina Erdogan bi dengê 'NA' dibe

Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek da xuyakirin, ku ew ê di referandûma rejîma şexsekî de dengê 'NA' bidin û got, "Têkbirina Erdogan bi dengê 'NA' dibe."

Cîgira Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulcîhan Şîmşek, li ser helwesta xwe ya di referandûma têkildarî guhertina destûra bingehîn a AKP-MHP'ê de vegot. Şîmşek da xuyakirin, ku tevî KCD, KJA, HDP û HDK'ê, ji bo kampanya 'NA' wan li nava malan dest bi kar kirine û hewl didin ji gel re qalê bikin, ku qebûlkirina vê guhertinê wê şer û krîza li welêt girantir bike. Şîmşek destnîşan kir, ku bi vê guhertinê re Tirkiyeyê dixin nava felaketekê û anî ziman, di nava destûra bingehîn a nû de cihê Kurdan, jinan, Elewiyan û bindestan nîne.

'HÊRSEKE MEZIN HEYE'

Şîmşek da xuyakirin, ku bi vê rêveberiya ji navendekê re, ku wê Tirkiyeyê bi 20 salan li paş bixîne, wê birînên mezin vebin û got, "Ji ber vê yekê me dest bi kar kir. Hê ev guhertin li meclîsê dihat nirxandin, me dest bi kar kir. Em vê desthilatdariyê nas dikin û dizanin ku berdêla xwe çi dibe bila bibe, ji bo berjewendiyên xwe wê felaketeke bi vî rengî bike. Lewma me dest bi karê xwe kir. Em li Kurdistanê li nava malan digerin. Di referandûmê de wê sindoq bi dengê 'NA' tijî bibe. Her kes gelekî bi hêrs bûye."

'HAYA GEL JI NAVEROKA DESTÛRA BINGEHÎN NÎNE'

Şîmşek anî ziman, wan li meclîsên taxan ava kirine û got, "Em paradîgmayeke xweseriya demokratîk a xwe ji jêrê ve bi rêxistin dike, esas digirin. Ji ber vê yekê me li tax û kolanan, meclîs û komîsyonên jinan ava krin. Em ê biçin her malê û qala destûra bingehîn bikin. Haya gel ji naveroka destûra bingehîn nîne. Gelê Kurd di vî warî de hê zane ye. Divê her kes bi erka xwe rabe."

'TÊKBIRINA ERDOGAN BI DENGÊ 'NA' DIBE'

Şîmşek diyar kir, ew destûra bingehîn a nû qebûl nakin û di heman demê de li dijî destûra bingehîn a darbeya 80'yî ye. Şîmşek got, "Em destûreke bingehîn dixwazin ku her kesên bindest xwe di navê de bibîne. Ji bo destûreke bingehîn a ku welêt ji nava kaos û krîzê derxîne, destûreke bingehîn a ku li şûna kesan, gel esas digire, amade ne. Ji ber vê yekê em dibêjin, têkbirina Erdogan bi dengê 'NA' dibe. Em di nava şert û mercên ne wekhev de xwe amade dikn. Hevserokên me, bi hezaran rêveberên me girtî ne. Nîvê hilbijêrên me hatine binçavkirin û girtin. Yan jî bi şantaj û gefê hewl tê dayîn çavê wan bê tirsandin. Hevşaredarên me girtî ne, şaredariyên me hatine desteserkirin." Şîmşek destnîşan kir, ku çi dibe bila bibe ew ê nehêlin Tirkiyeyê bixin nava felaketekê û xebata xwe bi rengekî serketî didomînin.

Şîmşek got, "Me li ber xwe da, em ê her tim li ber xwe bidin. Bila her kes vê baş zanibe, em ê bi ser bikevin."