Silêmanî ketiye bin dorpêça asayîş û hêzên ewlehiyê

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên protestokirina hikumetê didome. Li Silêmanî li gelek cihan hêzên asayîşê û ewlehiyê hatin bicihkirin. Li Qeladizê jî qaymaqam îstîfa kir û tevlî nav refên xwepêşanderan bû.

Li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê rayedar û rêveberên bajêr ji bo astengkirina çalakiyên protestoyên gel li Mewlewî, Berderî Sera, Seratay Salîm, Baxê Giştî û li gelek cihan asayîş û hêzên ewlehiyê bi cih kir.

QAYMAQAM ÎSTÎFA KIR

Li Qeladizê ya bi ser Silêmaniyê qaymaqam Bekîr Rayz jî ragihand ku wî ji qaymaqamtiyê îstîfa kiriye û tevlî nav refên xwepêşanderan bûye.

Di çalakiyên îro de tê gotin ku buroya Partiya Yekîtiya Îslamî hatiye şewitandin. Çalakvanan li ser buroyê “Bijî hêza gel” nivîsandine. Li vê derê çalakî didomin.