Silavê didin dengê hevrêyên xwe

Gerîlayên li tunelan bi çalakiyên xwe ji hevdu re silavan dişînin û bi dengê hevreyên xwe radibin silavdanê.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi hêz û moralê ku li qadên berxwedanê ji hevdu digirin, ji arteşa Tirk a dagirker re dibin kabûs.

Gerîlayên ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ku di 17’ê Nîsana 2022’an de dest pê kir, her roj bi dehan çalakiyan bersivê didin û li çiyayên Kurdistanê artêşa Tirk têk dibin. Gerîlayên li tunelan, bi çalakiyên xwe ji hevdu re silavan dişînin, bi dengê hevrêyên xwe radibin silavdanê. Ev sekn wan hem xweşiktir û hem jî bihêztir dike. Gerîla bi hevrêyên xwe re heye.

Di demên herî xedar ên berxwedanê de, dema artêşa Tirk a dagirker bi hemû amûrên şerê nemirovî êrîş dike, derya şandina silavên ji dil ên ji hev re ji bîr nakin. Yek ji deryayan ji deryaya ku pê re peywendî daniye wiha dibêje “Em berxwedana hevrêyên xwe ku li Şikefta Birîndaran li ber xwe didin silav dikin, ji destpêka şer û vir ve her tim hêvî û hêz dane me, dîsa em hevrêyên xwe yên di berxwedana Werxelê de jî silav dikin. Ger derfeta we ya hevdîtinê bi deryayên din re bibe, em hevrêyên xwe yên li tunelên şer ên Girê Cudî û Amediyê jî silav dikin. Hevrêyên me yên li tunelan şer dikin û berxwedana wan qibleya me ye. Li ser navê me silavên me ji hemû hevrêyan re bişînin. We, cihên ku em lê kêm man temam kirin.”

Ya li beramber bersiv dide: Heval, we jî em temam kirin,

Deryaya ku silav şand: Me zêde tiştek nekir,

Deryaya li beramber: Heval sekna we ya li wir berdêla her tiştî ye û bes e.

Gerîla, di nav qiyametê de jî bi hêza ku ji hevrêyên xwe werdigire, her tim bi vîn û baweriya herî bilind, şer kiriye. Bi vê bawerî û vîna xwe 7 meh in li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedana dîrokî dimeşîne.